06:32 20 Sibat 2018
Zindî
    Tankên artêşa Tirk

    Artêşa Azad û artêşa tirk ketin Babê

    © Foto: Sputnik / Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Artêşa Sûriyê a Azad (ASA) û artêşa tirk di saetên êvarê de ketin bajarê Babê yê Sûriyê, DAIŞê li hemberî leşkerên tirk û ASAyê bi wesayita bombekirî êrîşeke xwekujî pêk anî. Li bajêr şerên gur diqewimin.

    Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên ASAyê hatine bidestxistin, di saetên êvarê de endamên ASAyê û leşkerên tirk ketin bajarê Babê. Leşkerên tirk û ASA ji bakur û rojhilat ve li gel tangan ketin bajêr û di navbera wan û DAIŞê de şer qewimî.

    Di vê navberê de DAIŞê li herêma ku ASA û Artêşa tirk lê ne bi wesayiteke bombebarkirî êrîşa xwekujî pêk anî. Di encama êrîşê de herî kêm 10 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneyên Dîlokê. Hate zanîn ku rewşa birîndaran giran e.

    Bi heman mijarî:

    ‘Artêşa tirk êrişî Babê kir'
    Li El Babê 6 leşkerên Tirk birîndar bûn
    Ji TSKê daxuyaniya êrişa El Babê: 1 kuştî 6 birîndar
    Ji TSKê bo El Babê operasyona hewayî
    Wezîrê Tirk: Armanca Tirkiyê kontrolkirina Babê ye
    "5 leşkerên tirk li nêzîkî Babê birîndar bûn"
    Etîketan:
    Birîndar, Milîtan, DAIŞ, Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA), Dîlok, Sûriye, Bab
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de