06:37 18 Hezîran 2018
Dadgeh

Parêzerên desteserkirî hatin girtin

© Sputnik / Maksim Bogodvid
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Di çarçoveya wê operasyone de ya ku Serdozgerê Komarê yê Mêrdînê dabû destpêkirin, her çar parêzerên bi navê Ziya Bagi, Seher Acay, Fevzi Adsiz û Mahmut Bingol bi tawana "endambûna rêxistina çekdar" hatin girtin.

4 parêzerên ku berî 19 rojan li Mêrdînê hatibûn desteserkirin, duh saet 9an li Dadgeha Mêrdînê îfade dan dozger. Dozger piştî stendina îfadeya wan, bi tawana "endambûna rêxistina çekdar" ew şandin dadgehê û xwest ku her 4 parêzer bên girtin.

Dadgehê biryara girtina her çar parêzerên bi navê Ziya Bagi, Seher Acay, Fevzi Adsiz û Mahmut Bingol da.

21ê Mijdara borî, di wê roja ku Şaredarê Mêrdînê Ahmet Turk hatibû desteserkirin, Hevseroka Mêrdînê ya Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) parêzer Seher Acar û endamên MHDê Mahmut Bingol, Fevzi Atsiz û Ziya Bagî jî di heman rojê de hatibûn desteserkirin.

Bi heman mijarî:

HDPê êrîşên li Mêrdîn û Amedê şermezar kirin
Di rêya navbera Mêrdîn û Rihayê de bombe teqiya: 3 polîs hatin kuştin
HPGê bîlançoya şerên Mêrdîn û Mûşê daxuyand!
Li Mêrdîn û Colemêrgê şer û teqîn: 6 leşker hatin kuştin
Hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê bi rayedarên PE û YE re civiyan
CHP: 'Zanîngehên Mêrdîn, Colemêrg û Şirnexê tên girtin'
Etîketan:
Mahmut Bingol, Fevzi Adsiz, Seher Acay, Ziya Bagi, mêrdîn, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de