10:43 22 Hezîran 2018
Zarok TV

Zarok TV dest bi weşanê kir

© Foto : Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Zarok Tv ya ku ji meha Îlonê û vir ve girtîbû, ji nû ve dest bi weşanê kir.

Di 28ê Îlonê de di çarçoveya Biryarnameya di Hukmê Qanûnan de di gelek kanalên televîzyonê hatibûn girtin ku Zarok Tv ya ku kanala pêşîn ya zarokan ya kurdî jî di nav de.

Îro qedexeya li ser wşana Zarok Tvyê rabû û dest bi weşanê kir. Kanalê vebûna kanalê li ser malpera xwe ya twitterê weşand.

​Girtina Zarok Tv bûbû sedema bertekên tund û lewma jî dadgehê biryara betalkirina lisansa wî paşve kişand.

Zarok Tv îro saet 15:30an de li ser frekansa xwe ya berê bi peyama ‘Zarokno televizyona we pîroz be' dest bi weşanê kir.

Gerînendeya Giştî ya Zarok TVyê Dilek Demiralê ji Spûtnîkê Kurdistanê re derbarê biryarê de wiha axivî: "Biyrar şaş bû û jixw me dizanî, ew ê jê vegerin. Tiştekî rast bû ku ji biryara xwe ya şaş vegeriyan û spasiya piştrgir û temaşevanan dikim".

Bi heman mijarî:

Zarok Tv yê xelata ziman a Feqî Huseyn stand
RTUK ceza li televîzyonên kurd dibarîne
Etîketan:
zarok tv, zarokên kurd
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de