14:38 25 Sibat 2018
Zindî
    Îraq-Heşda Şeibî

    Heşda Şeibî: Qebûlkirina me wek hêzeke fermî, dê bandoreke erênî li şerê DAIŞê bike

    © AFP 2018/ Mohammed Sawaf
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    erLi gorî qanûna ku Parlementoya Iraqê berî demekê pejirand, êdî Heşda Şeibî ne tenê wek hêzên polîs û Artêşa Iraqê dihesibe û êdî xwedan heman mafan e. Heşda Şeibiya ku 120 hezar şervanên wê hene, ji vê biryarê razî ye. Fermandarê Heşda Şeibî Elî Ebû Tahir ji Spûtnîkê re diyar kir ku şervanên Heşda Şeibî ji Iraqê ne û biryar dê encamên erênî bide.

    Hikmet Durgun

    Parlementoya Iraqê hefteya borî bi awayekî fermî Heşda Şeibî wek hêzeke Iraqê pejirand. Heşda Şeibî ya ku ji gelek rêxistinên li dijî DAIŞê şer dikin çêbûye û hejmara şervanên we bûye 120 hezar, tenê ji milîtanên şîî pêk nayê. Kakaî, xiristiyan, sunî û şebek û gelek ol û mezhebên din jî di nav wan de hene.

    Komên bi navê Bedir, Esaib El-Heq, Lîwaya Aştiyê(Ya Muqteda El-Sedr), Lîwayên Hizbûllahê, Lîwayên Seyid El-Şuheda, Ketîbeyên Îmam Elî, Hêzên Ebû El-Fadil El-Ebas û Hereketa Hizbûllah El-Nuceba komên sereke yên Heşda Şeibî ne.

    Heşda Şeibî ya ji sala 2014an de li dijî DAIŞê şer dike, li gelek deveran derbeyên giran li DAIŞê xistin û gelek cih ji destên wê derxistin. Herwiha gelek şervanên wan di şerê li dijî DAIŞê de hatine kuştin û gelekên din jî birîndar bûn. Şervanên wan di operasyona Mûsilê de jî li Mûsil û Tileferê jî hene.

    Çek û pêdiviyên Heşda Şeibî ji aliyê Wezreta Parastinê ya Iraqê ve dihatin dabînkirin lê piştî ku ew bû hêzeke fermî, êdî çekên giran û piştgiriya balafiran jî dê jê re werin.

    Ji aliyê din ve, Heşda Şeibî kêfxweş in ku wek hêzeke fermî ya Iraqê hatine pejirandin.

    "LEŞKERÊN IRAQÎ ÇI BISTÎNIN, EM Ê JÎ HEMAN TIŞTÎ BISTÎNIN".

    Fermandarê Turkmen ê Heşda Şeibî Elî Ebû Tahir ji Spûtnîkê re diyar kir ku şervanên Heşda Şeibî welatiyên Iraqê ne û wiha dewam kir: Birayreke gelekî giring û rast e ku Hêzên Heşda Şeibî wek hêzeke fermî ya Iraqê hatiye pejirandin. Vî tiştî em kêfxweş kirin. Bi vê biryarê, encamên baş dê di şerê DAIŞê de bên bidestxistin. Ew ê ziyanê li DAIŞê bike. Tenê yek armanca me heye û ew jî parastina welatê me ye û têkoşîna li dijî DAIŞê ye. Em bi awayekî çalak li dijî DAIŞê şer dikin. Em li şerê mezhebî nagerin. Di nava me de tenê şîî tine ne lê sunî û mezhebên din jî hene. Amerîka û hinek saziyên ragihandinê hewl didin ku me di hinek qadan de wek terorîst nîşan bidin û vî tiştî bi zanebûn dikin ku gelekî şaş e. Em in ên li dijî terorê şer dikin û herî zêde şehîdên me di şerê li dijî terorê de hene".

    Herwiha Ebû Tahir diyar kir ku êdî piştgiriya Artêşa Iraqê ji bo wan dê zêde bibe û wiha dewam kir: "Artêşa Iraqê çi bide leşkerên xwe, dê bide me jî. Piştgiriya balafiran jî dê pêk were. Çekên giran û çekên din jî dê bidin me."

    Bi heman mijarî:

    Heşda Şeibî ji Îranê 12 balafirên şer kirîn û pîlotan perwerde dike
    Heşda Şeibî jî beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê dibe
    Amerîkayê Heşda Şeibî bombebaran kir
    XURMATÛ - Heşda Şeibî vê carê jî rêvebirê dibistanê revand
    Heşda Şeibî dîsa peyman şikand û kurd revandin
    XURMATÛ - DAIŞ çû, Heşda Şeibî hat
    Etîketan:
    leşker, DAIŞ, Heşda Şeibî, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de