13:57 22 Hezîran 2018
Turkey's Prime Minister Binali Yildirim. (File)

Yildirim: Me li ser hemû xalan li hevdu kir

© REUTERS / Umit Bektas
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di daxuyaniya xwe ya dawîn a di derbarê guhertina destûra bingehîn de diyar kir ku li ser hemû xalan hatine lihevdu kirin û tu pirsgirêk nemaye.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim got daxwaza guhertiin a Destûra Bingehîn wê sibe ji bo Parlamentoya Tirkiyeyê were pêşkeşkirin. Yildirim got, "Li ser hemû xalan hat lihevkirin."

Daxwaza guhertin a destûra bingehîn a ku AKP û MHPê li ser lihevdu kirin, sibe wê ji bo Parlamentoya Tirkiyeyê were peşkeş kirin.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim ji bo guhertinê got, "Em ê daxwaza zwe sibe pêşkeşî Parlamentoyê bikin. Pêşiyê wê biçe komîsyonê, paşê jî wê biçe Desteya Giştî. Ger ku zêdetirî 330 deng were dayîn, wê biçe referandûmê. Li ser hemû xalan hat lihevkirin. Pirsgirêk tune ye. Têkiliya Serokomar wê bi partiya wî re berdewam bike."

Bi heman mijarî:

Yildirim: "Ji sibê pê ve emê guherîna Destûra Bingehîn pêşkêşî parlamentoyê bikin"
Yildirim: Behsa hûrgiliyên sîstema serokatiyê kir
AKP û MHP sibe dê ji bo pêşniyara serokatiyê daxuyaniyeke hevbeş bidin
AKP û MHPê li ser pêşnûmaya Destûra Bingehîn hev kir
‘AKP û MHP nîqaşa tunekirina Ocalan dikin'
Etîketan:
lihevkirin, destûra bingehîn, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de