02:06 18 Sibat 2018
Zindî
    Kemal Kiliçdaroglu

    Kiliçdaroglu: "Ev guherîna rejimê ye ne ya sîstemê ye"

    © REUTERS/ UMIT BEKTAS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu derbarê sîstema serokatiyê de got: "Ev guherîna rejimê ye ne ya sîstemê ye. Li kîjan welatê cihanê ku Rewşa Awarte hebe Destûra Bingehîn diguhere?"

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu tevlî weşana zindî ya kanala NTVyê bû û derbarê sîstema serokatiyê de got: "Ev guherîna rejimê ye ne ya sîstemê ye. Li kîjan welatê cihanê ku Rewşa Awarte hebe Destûra Bingehîn diguhere?"

    VAN EQLÊ XWE JI KÎ RE KIRÊ KIRIYE

    Kemal Kiliçdaroglu li hemberî pirsa hûn çawa li fikra referandumê temaşe dikin? bersivand û got: "Heke di binê 330î de bimîne nabe. Destûra Bingehîn a sala 1982an bi sedî 92an qebûl bû. Ji sedî 92ê gel ji destûrê re dengê erê bikar anîn. Şertên rewşa awarte hebûn û demokrasî hatibû rawestandin û niha jî rawestiyaye. Li welatê ku 146 rojnamevanên lê girtîbûn ma em dikarin behsa demnokrasiyê bikin. Heke Tirkiye bi vî mijî dewam bike hê emê bi gelek pirsgirêkên mezin re rû bi rû bimînin. Parlamenterên ku kaxeza vala îmze kirin eqlê xwe ji kî re kire kirin? Îca îmzekirina kaxeza vala ji kur derket?

    EV PERGAL LI DIJÎ KEVNEŞOPIYA ME YE

    Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev pergala serokatiyê li dijî kevneşopiya me ya 140 salane. Tu ferqa wan şert û mercan ji ya Kenan Evren tuneye. Em hemû bicivin û ve sîstema parlamenteriyê serast bikin. Dîtineke min jî heye, dibe şaş an jî kêm be, em hemû werin cem hev û wekî însanan nîqaş bikin û binirxînin."

    160 MILÎTAN TAYÎNÎ DADGEHA BILIND KIRIN

    Serokê CHPê di dirêjiya axaftina xwe de got: "Dema borî jî em çûne referandumekê û ew pêşnûmaya ku AKPê amade kiribû hat qebûlkirin. Piştî wê dareza hate rawestandin. Paşî çibû 160 milîtan tayînî Dadgeha Bilind kirin. Hinek kesên ku parêzvaniya cemaetan dikirin tayîn kirin. Heke ew referandum bi awayê hevgirtî li parlamentoyê bihata qebûlkirin belkî bûyera 15ê Tîrmehê nebûna."

    Bi heman mijarî:

    Serokê CHPê Kiliçdaroglu wê biçe Amedê
    Şêwirmendê Kiliçdaroglu ji ByLockê hat binçavkirin
    Kiliçdaroglu ji Erdogan re: Esad ne li Babê lê li Şamê ye
    Kiliçdaroglu: "Dibe Tirkiye bi Operasyona Mertalê Firatê têkeve pêvajoyeke xeternak"
    Kiliçdaroglu: Ocalan û Erdogan seroktiyê dixwazin
    Etîketan:
    Guherîna Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, Serokê Giştî yê CHPê, Kenan Evren, Kemal Kiliçdaroglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de