14:40 25 Sibat 2018
Zindî
    Konseya Ewropayê

    Konseya Ewropayê: "Tedwîrên hikûmeta Tirkiyeyê derketin derveyê Destûra Bingehîn"

    © AFP 2018/ DAMIEN MEYER
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komîsyona Venedîkê di daxuyaniya xwe de ragihand ku piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê tedwîrên hikûmeta Tirkiyeyê derketin derveyê Destûra Bingehîn.

    Komîsyona Venedîkê di daxuyaniya xwe de ragihand ku piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê tedwîrên hikûmeta Tirkiyeyê derketin derveyê Destûra Bingehîn û îxrackirina bi hezaran karmendên gelemperî hem li dijî hiqûqa navneteweyî ye û hem jî li dijî qanûna Tirkiyeyê ye.

    Komîsyona Venedîkê ku di mijarên qanûnî de wekî saziyekê şêwirmendiyê ji Konseya Ewropayê re dike di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: "Tedwîrên hikûmeta Enqereyê hem xeleka Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê û hem jî hiqûqa navneteweyî derbas kiriye."
    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku îxraçkirina ji saziyên dewletê zêdetir îmajeke ku ev kar bi muameleyeke kêfî didome dide."

    Bi heman mijarî:

    Ji Konseya Ewropa bo Tirkiyeyê hişyarî
    Konseya Ewropa: "Dibe Tirkiye rêya xwe ji ya YEyê veqetîne"
    HDPî bi şandeyeke Konseya Ewropayê hevdîtin kirin
    Nadya Mûrad Xelata Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê stand
    Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê tê Tirkiyê
    Etîketan:
    Îxraçkirina karmendan derdikeve derveyê xeleka qanûnê, Komîsyona Venedîkê, Konseya Ewropayê (KE), Tirkiye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de