08:54 24 Sibat 2018
Zindî
    Parlamentoya Tirkiyeyê

    Canikli dîroka referandûmê da

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Nurettin Canikli diyar kir ku referandûma destûra bingehîn dibe ku an di meha adarê, an di meha nîsanê an jî di meha gulanê de were lidraxistin.

    Canikli got ji bo daxwaza guhertina destûra bingehîn a ku pergala serokatiyê jî tê de ye, tê plankirin ku di mehên biharê de referandûm were lidarxistin.

    Canikli ji bo televîzyoneke Tirkiyeyê axivî û diyar kir ku pêşnûmeya ku AKP û MHPê li ser li hevdu kirine wê îro biiçe parlamentoyê.

    Canikli anî ziman ku di dengdayîna li Parlamentoyê d e 330 dengên ji bo referandûmê wê were pêkanîn û ji bo dema referandûmê jî balkişand ser mehên biharê.

    Canikli got nayê fikirîn ku berê sala 2019a biçin hilbijartina pêşwext.

    Bi heman mijarî:

    AKP û MHP sibe dê ji bo pêşniyara serokatiyê daxuyaniyeke hevbeş bidin
    ‘AKP û MHP nîqaşa tunekirina Ocalan dikin'
    PKK: AKP Û MHP nikarin Tirkiyê ji parçebûnê xelas bikin
    AKP, MHP û CHPê belavokeke hevpar weşand
    Etîketan:
    referandûm, dîrok, Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê, Parlamentoya Tirkiyeyê, MHP, AKP, Nurettin Canikli, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de