14:04 18 Sibat 2018
Zindî
    Tirkiye - al

    AKP û MHP sibe dê ji bo pêşniyara serokatiyê daxuyaniyeke hevbeş bidin

    © AFP 2018/ BULENT KILIC
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rayedarekî AKPê ragihand ku AKP û MHP ji bo guhertina Destûra Bingehîn a ku pêşniyara pergala serokatiyê ya Tirkiyeyê jî dihewîne dê sibe daxuyaniyeke hevbeş bidin.

    Li gorî daxuyaniyê tê pêşbînkirin ku Sekreterê Giştî yê AKPê Abdulhamit Gul ê ku li ser navê gotûbêjên Destûra Bingehîn bi rê ve dibirin û Parlementerê MHPê yê Afyonkarahisarê Mehmet Parsak daxuyaniyê bidin.

    Ji aliyê din ve, tê payîn ku pêşniyara guhertina Destûra Bingehîn a ku pêşniyara pergala serokatiyê jî dihewîne, îro yan sibe bo parlementoya Tirkiyeyê bê pêşkêşkirin.

    Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Nurettin Canikli îro li ser televİzyona A Haberê wiha gotibû: Ji hemû aliyan rêkeftin pêk hat û pêşniyara guhertina Destûra Bingehîn dê bê pêşkêşkirin".

     

    Bi heman mijarî:

    ‘AKP û MHP nîqaşa tunekirina Ocalan dikin'
    PKK: AKP Û MHP nikarin Tirkiyê ji parçebûnê xelas bikin
    AKP-CHP-MHP: Bila HDP têkiliyên xwe bi PKKê qut bike
    AKP, MHP û CHPê belavokeke hevpar weşand
    MHP: 'AKP û HDP ji bo Ocalan û Erdogan li hev kirin'
    Etîketan:
    AKP, MHP, Nurettin Canikli, Mehmet Parsak, Abdulhamit Gul, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de