10:25 18 Hezîran 2018
Teqîna Misrê

Li Misrê li dijî noqteya ewlehiyê êriş: 6 kuştî û 3 birîndar

© REUTERS / Amr Abdallah Dalsh / Arşîv
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajarê Gîza yê Misrê li dijî noqteyeke ewlehiyê ku nêzî camiye bû êriş pêk hat. Di êrişê de 6 polês hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

Wezareta Navxweyî ya Misrê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li taxa Talibiyye ya bajarê Gîzayê li nêzî Camiya Selamê li dijî noqteya ewlehiyê êrişeke bombeyi pêk hat, di êrişê de du jê bi paye 6 polêsan jiyana xwe ji dest da û 3 leşker jî birîndar bûn.

Wezaretê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Herêma ku rastî êrişa bombeyî hat xistin nava xeleka ewlehiyê û ji bo ku êrişkar werin girtin hêzên ewlehî operasyoneke berfireh lidar dixin."

Li gorî şahidên bûyerê, li nêzî Camiya Selamê dengê teqîneke mezin hat bihîstin û piştî teqînê şewat derketiye û ev teqîn li herêmê bûye sedema metirsiyeke mezin.

Heta niha tu kesî berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe.

Wekî tê zanîn, hêzên ewlehî roja sêşemê li başûrê Misrê li hemberî grûba çekdar ku baskê Birayên Misilman tê binavkirin operasyonek lidar xistibû û di operasyonê de 3 kesên çekdar hatibûn kuştin. Her wiha di 4ê Mijdarê de jî generalekî misrî li mala xwe hatibû kuştin û berpirsyariya wê jî rêxistina terorîst a DAIŞê girtibû ser xwe.

Bi heman mijarî:

Li Misrê DAIŞê êrîş kir: 8 leşker hatin kuştin
Dadgeha Temyîz a Misrê doza mûebet a Mursî xera kir
Li Misrê hişyarî ji bo welatiyên tirk hat dayîn: Dernekevin derve
Hêzên danînê yên hewayî yên rûs cara ewil li Misrê ne
Li Misrê êrişa bombeyî: Leşkerek hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn
Etîketan:
Êrişa noqteya ewlehî ya polêsan, Wezareta Navxweyî ya Misrê, Gîza, Misir
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de