14:01 18 Sibat 2018
Zindî
    DAIŞ

    ‘Emniyeta Enqereyê: DAIŞ wê li Enqereyê êrişan pêk bîne'

    © AFP 2018/ File
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di 3ê Kanûnê de li Enqereyê belgeyek ku tê îdiakirin ji aliyê Emniyeta Enqereyê ve hatiye belavkirin hate dîtin. Di belgeya bi serenava ‘Çalakiyên gengaz 7' tê gotin ku DAIŞê wê êrişî Enqereyê bike.

    Li gorî nûçeya rojnameya Bîrgunê di belgeyê de de wiha tê gotin: ‘DAIŞ amadehiya êrişan bo herêmên Kizilay, Kolana Tunali Hîlmî û navendeke danûstandinê dike. Tê gotin ku êriş bi wesayetên bi markayên Renault Fluence, Ford Mondeo, Hyundai Accent Blue û Fiat Egea di nava rojên în û duşemê danê sibehê û nîvro di heman deman de wê bê kirin.'

    EMNIYETA ENQEREYÊ TI DAXUYANÎ NEDA

    Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê ya bi ser Midûriyeta Emniyeta Enqereyê nûçeyê derbarê nûçeyê de ti agahî û daxuyanî neda.

    ÇÛYE BA PERSONELÊ  NYê

    Ji aliyê din tê gotin ku belge gihiştiye destên xebatkarên Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser vê yekê xebatkarên balyozxaneyan hatiye hişyarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Pêşmerge: DAIŞ bi awayê mufrezeyan tevdigere
    DAIŞ: Em ê êrişî balyozxane û konslxaneyên Tirkiyeyê yên li seranserê cîhanê bikin
    DAIŞ li Mûsilê 'Mohra Sor' dide çekdarên xwe
    DAIŞ ji bêperetî organên milîtanên xwe difiroşe
    'DAIŞ, ji bo endamên xwe bi penaberan re bişîne Ewropayê, perwerde dike'
    Etîketan:
    navenda danûstandinê, daiş, êriş, enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de