18:02 22 Sibat 2018
Zindî
    El Bab

    ‘Artêşa tirk êrişî Babê kir'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Meclîsa Leşkerî ya Babê îdia kir ku balafirên şer yên tirk herêmê bombebaran kiriye û di encama bombebaranê de gelek sivîl hatine kuştin.

    Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cuma îdia kir ku artêşa tirk îro ji saetên serê sibehê ve, bi balafirên şer taxên bajarê Babê bombebaran dike, her wiha topên hawan davêje bajêr. Tê gotin ku ji ber êrîşan bi dehan sivîlî jiyana xwe ji dest dane û hin malbat di bin avahiyên rûxiyayî de mane.

    Hêjayî gotinê ye ku artêşa tirk îro bi daxuyaniyekê aşkere kir ku di çarçoveya operasyonên Mertala Firatê de, beşek zêde ji rêya di navbera El Bab û Minbicê de hatiye kontolkirin û duh balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê, li herêmê 10 hedef bombebaran kirine.

    Bi heman mijarî:

    Li El Babê 6 leşkerên Tirk birîndar bûn
    Ji TSKê daxuyaniya êrişa El Babê: 1 kuştî 6 birîndar
    Ji TSKê bo El Babê operasyona hewayî
    Wezîrê Tirk: Armanca Tirkiyê kontrolkirina Babê ye
    Kiliçdaroglu ji Erdogan re: Esad ne li Babê lê li Şamê ye
    "5 leşkerên tirk li nêzîkî Babê birîndar bûn"
    Etîketan:
    bombebaran, ARTÊŞA TIRK, ŞER, cemîl ebû cuma, bab
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de