15:44 22 Sibat 2018
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan ji bo bergiriyên di aboriyê de: Gaveke gelekî baş hatiye tespîtkirin

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo bergiriyên di aboriyê de hatine girtin wiha got: "Gaveke wiha ye ku gelekî baş hatiye tesbîtkirin."

    Serokkomarê Tirkiyeyê piştî nimêja înê li Stenbolê bersiva pirsyarên rojnamevanan da.

    "EZ WIHA DIFIKIRIM, GAVEKE GELEKÎ BAŞ HATIYE TESBÎTKIRIN"

    Erdogan ji bo paketa aboriyê wiha axivî: "Ji bo rehetkirina hewldarên me, ji bo rehetkirina bazarê û helbet di heman demê de bi giştî 600 hezar ku 100 hezar jê li dewletê û 500 hezar jê jî li sektora taybet bixebitin dê ji aliyê IŞKURê bên girtin ku ev gav jî dê ji bo bêkariyê bibe derman û dema wê 9 meh bin jî, ez baş bawer dikim ku sektora taybet dê vê pêvajoyê baş binirxîne. Bi vî awayî 500 hezar bêkarên me dê kar peyda bikin û IŞKUR dê berdela wan bide û 100 hezar jî dê dewletê de bixebitin. Helbet ev gaveke gelekî baş hatiye tesbîtkirin."

    Derbarê derbasbûna ji pereyên biyanî bo yên tirkî de jî Erdogan wiha got: "Li gel vê jî, ji îniya borî û heta îro, ez rêzê ji tercîha vî gelî re digirim ku pereyên xwe yên biyanî bi yên tirkî guherandin. Ez li ser navê welat û milet xwe bi rastî jî spasiya gelê xwe dikim. Lê ev bes e? Bi min na, divê hîn bêtir bike."

    Recep Tayyîp Erdogan
    © REUTERS/ Murat Cetinmuhurdar/Presidential Palace
    "QONBAXA BÊ, YA KOMISYON Û ENCÛMENA GIŞTÎ YE"

    Serokkomarê Tirkiyeyê ji bo guhertina Destûr Bingehîn de wiha got: "Niha serokên birêz di nav hev de rêkeftinek pêk aniye. Qonaxa bi dû vê de ya komisyon û encûmena giştî ye. Ez wiha texmîn dikim ku pakêteke ji 20 madeyan pêk tê ku piştî bê gotûbêjkirin û kontrolkirin, ew ê were ji me re. Em ê di vê mijarê de bê derengî nirxandina xwe pêk bînin û bibêjin 'serwerî bê merc û şert ya gelî ye" û wê bi rê bikin."

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: "dixwazin ekonomiya me têk bibin"
    Erdogan bi telefonê bi Barzanî re axivî
    Pûtîn: Ez spasdarê Erdogan im
    Dîroka hevdîtina Pûtîn û Erdogan diyar bû
    Erdogan qanûna projeya xeta gazê pesend kir
    Îranê bersiv da bangewaziya Erdogan
    Erdogan: Em bi Rûsya, Îran û Çînê re bi pereyên xwe kirîn û firotinê bikin
    Etîketan:
    destûra bingehîn, pere, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de