13:37 24 Hezîran 2018
Şêxmeqsûd

YPG li Helebê bi pêş de diçe: Hindik ma rêya Efrîn û Helebê vebe

© Sputnik / /Michael Alaeddin
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 30

Di vê demê de ku şerekî dijwar di navbera Artêşa Sûriyeyê û rêxistinên cîhadîst de dewam dike, YPG li Helebê bi pêş ve diçe û hindik ma ku rêya navbera Efrîn û Helebê bê vekirin. Berpirsyarê siyasî yên pêwendiyên derve yê Helebê Hevîn Kasso ragihand ku hêzên YPG û YPJê bi pêş de diçin û hindik maye rêya navbera Efrîn û Helebê vebe.

Hikmet Durgun

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, operasyona Artêşa Sûriyeyê li Helebê li dijî rêxistinên cîhadîst bi awayekî serkeftî dewam dike. Herwiha YPG û YPJê jî operasyon dane destpêkirin û gelek dever kontrol kirine. Di 20 rojên dawî de, YPG 6 taxên li rojhilatê Helebê ji destê rêxistinên cîhadîst rizgar kirine.

Hat zanîn ku armanca YPGê ew e ku rêya navbera Efrîn û Helebê bê vekirin û hat ragihandin ku mesafeyeke gelekî biçûk maye ji bo ew rê bê vekirin.

"EW TAX HEMÛ YÊN KURDAN IN"

Berpirsyarê siyasî yên pêwendiyên derve yê Helebê Hevîn Kasso pêşketinên YPGê ji Spûtnîkê re nirxandin. Kasso diyar kir ku li navenda bajarî şer berdewam dike û wiha pê de çû: "Hêzên YPG û YPJê yên girêdayî HSDê li dijî ASA û rêxistinê cîhadîst bi pêş de diçin. Me gelek dever ji destê komên cîhadîst derxistin. Li rojhilatê Helebê, me 6 tax ji destê komên cîhadîst derxistibûn. Me taxên Mistefa Başa, Biêdîn, Şêx Xidir, Şêx Faris, Hulik û Heyderiye ji destên wan derxistibûn. Ew deverên me stendine, deverên kurdan bûn. Me bi hezaran sivîl rizgar kirin. Ew sivîlên ku me ew xelas kirine tenê ne kurd bûn. ereb, tirkmen û gelek beşên din ên mirovan di nav wan de hebûn. Sivîl gelekî bextewar in ku hatine rizgarkirin. Zarok û jin di serî de, sivîl bi giştî êdî xwe ewletir his dikin."

"DU ARMANCÊN YPGÊ LI HELEBÊ HENE"

Kasso diyar kir ku du armancên wan li Helebê hene û teqez kir ku yek ji wan vekirina rêya Efrîn û Helebê ye û wiha dewam kir: Rêya navbera Efrîn û Helebê heta asteke mezin hat vekirin. Hîn hinek herêmên li ser rê hene ku nehatine stendin. Em ê wan jî bistînin. Armanca duyem jî ew e; rizgarkirina sivîlan e. Ya din jî ew e ku em piştgiriyê bidin rêya Kobanî Efrînê ya ku di siberojê de dê bê vekirin. Rêya Efrîn û Kobanî vebe, rêya Kobanî û Helebê jî dê vebe."

Berpirsê YPGê diyar kir, tiştekî gelekî giring e ku Heleb ji destê cîhadîstan derkeve û wiha pê de çû: "Eger ew deverên li Helebê yên di destên rêxistinên cîhadîst bên derxistin, di serî de Şêxmeqsûd, ew dorpêça li ser hemû taxên kurdî dê rabe. Ew pêdawistî û xwarin biçin wan deveran. Bazirganî dê çêbibe û sivîl dê bikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin."

 

Bi heman mijarî:

Heleb heya dawiya salê wê were rizgarkirin?
Rûsya: "Milîtanan Heleb bombebaran kir, 127 sivîl hatin kuştin"
Namzedê Serokatiya Amerîkayê: Heleb çî ye
Ihlam Ehmed: ‘Armanca Tirkiyê Heleb e'
HELEB - Rejîm û terorîst şer dikin welatiyên sivîl zerarê dibînin: 35 kuştî
Etîketan:
Fermadariya YPJê, YPJ, HSD, YPG, Sûriye, Efrîn, Heleb
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de