18:01 22 Sibat 2018
Zindî
    Balafirên koalîsyona Amerîkayê

    Balafirên koalîsyonê Reqqa bombebaran kirin: 20 kuştî

    © AFP 2018/ SABAH ARAR
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Balafirên koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike ‘paytextê' DAIŞê Reqqa bombebaran kirin. Li gorî zanyariyan 20 sivil hatin kuştin.

    Balafirên koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike ‘paytextê' rêxistina terorîst a DAIŞê Reqqa bombebaran kirin. Li gorî zanyariyan 20 sivil hatin kuştin.

    Li gorî nûçeya ajansa fermî ya SANAya Sûriyeyê, balafirên koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike herêma niştecih a bakurê Reqqayê bombebaran kir û û di bombebaranê de herî kêm 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

    Ji aliyê din ve balafirên koalîsyonê du roj berê dîsa li herêmeke niştecih a Reqqayê bombe barandibûn û di êrişê de herî kêm 18 sivîlî jiyana xwe ji dest dabûn û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî êrişa ser sivîlan şermezar kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Balafirên şer ên koalîsyonê êriş kirin: 10 sivîl jiyana xwe ji dest dan
    'Balafirên koalîsyonê li Mûsilê li DAIŞê didin'
    Balafirên Koalîsyonê baregehên DAIŞê bomberaran kirin: 44 terorîst hatin kuştin
    Balafirên şer ên koalîsyonê DAIŞê bombebaran dikin!
    Balafirên Hêzên Koalîsyonê li Mûsilê operasyon pêk anîn
    Etîketan:
    Hêza koalîsyona hevpeyman, Rêxistina terorîst a DAIŞê, nûçeya ajansa fermî ya SANAya Sûriyeyê, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de