08:59 24 Sibat 2018
Zindî
    İsmet Sezgin

    Di serdema Wezîrtiya Navxweyî ya Sezgin de lîsteya kesên windayî

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    İsmet Sezginê ku di salên 1991 û 1993an de ji DYPê Wezîrtiya Navxweyî kiribû di êvara 7ê Berfenbara 2016an de li Nexweşxaneya Akademiya Tibî ya Leşkerî ya Gulhanê (GATA) jiyana xwe ji dest da.

    İsmet Sezginê ku di salên 1991 û 1993an de ji DYPê Wezîrtiya Navxweyî kiribû di êvara 7ê Berfenbara 2016an de li Nexweşxaneya Akademiya Tibiya Leşkerî ya Gulhanê (GATA) di 88 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Herwiha li gorî doneyên Navenda Bîrdarî ya Edaleta Heqîqetê di serdema Wezîrtiya Navxweyî ya İsmet Sezgin de 47 kes di bin çavan de hatin windakirin.

    DAXUYANIYA DAYÎKÊN ŞEMIYÊ YA JI BO SEZGIN

    Li gorî nûçeya malpera Bianetê, Dayîkên Şemiyê di daxuyaniya xwe ya ji bo mirina İsmet Sezgin gotin: "Dema malbatên kesên windayî di serdema Wezîrtiya Navxweyî ya İsmet Sezgin de serî li wezaretê didan Sezgin ji wan re digot ‘ev kes ne windayî ne, ev firarî ne' Sezgin beyî ku hisab bide mir."

    LÎSTEYA KESÊN KU DI WEZÎRTIYA SEZGIN DE WINDA BÛN

    Lîsteya kesên ku di Wezîrtiya Navxweyî ya İsmet Sezgin de di salên 1991 û 1993an de winda bûn bi nav, dîrok û bi bajêr li jêr e:

    Agit Akipa ve İbrahim Demir /Hezex, Şirnex 12ê Berfenbara 1991ê

    İlhan Bilir / Şirnex / 1ê Rebendana 1992an

    Omer Sulmaz / Cizîr, Şirnex / 1ê Rebendana 1992an

    Ramazan Ozalp / Cizîr, Şirnex / 1ê Rebendana 1992an

    Huseyin Temurtaş / Basa, Şirnex / 1ê Rebendana 1992an

    Harbi Arman / Amed / 21ê Rebendana 1992an

    Ebedin Yaşli / Amed / 10ê Nîsana 1992an

    Husamettin Yaman û Soner Gul / Fatih, Stenbol / 5ê gulana 1992an

    Hasan Gulunay / Stenbol / 20ê Tîrmeha 1992an

    Ayten Ozturk / Dêrsim / 27ê Tîrmeha 1992an

    Nezir Acar / Kerboran, Mêrdîn / 8ê Tebaxa 1992an

    Necat Turk, Rida Yavuz û Serhat Bilen / Dêrik, Mêrdîn / 15ê Tebaxa 1992an

    Mehmet Ertak / Şirnex / 20ê Tebaxa 1992an

    Ayhan Efeoglu / Şişli, Stenbol / 6ê Cotmeha 1992an

    Mehmet Tan / Şirnex / 15ê Berfenbara 1992an

    Huseyin Eser / Midyad, Mêrdîn / 19ê Berfenbara 1992an

    Namik Erkek / Mêrsîn / 19ê Berfenbara 1992an

    Abdullah Buluter û Sadik Ekin / Êlih / 1ê Rebendana 1993an

    Sidika Dal / Nisêbîn, Mêrdîn / 1ê Rebendana 1993an

    Nadir Nayci / Cizîr, Şirnex / 1ê Rebendana 1993an

    Ahmet Berek / Cizîr, Şirnex / 1ê Rebendana 1993an

    Emin Savgat û Tahir Koçu / Cizîr, Şirnex / 1ê Sibata 1993an

    Mehmet Nezir Duman / Hezex, Şirnex / 13ê Sibata 1993an

    Hasan Kaya û Metin Can / Elezîz / 21ê Sibata 1993an

    Cemal Ozkurt û Omer Guven / Şirnex / 26ê Sibata 1993an

    Ahmet Şahin / Licê, Amed / 183ê Adara 1993an

    Abdulhakim Tanriverdi / Cizîr, Şirnex / 1ê Nîsana 1993an

    Şukru Firat / Riha / 24ê Gulana 1993an

    Halit Ozdemir, Hamdo Şimşek, Hukmet Şimşek, İbrahim Akil, Mehmet Salih Demirhan û Şemdin Culaz / Silopya, Şirnex / 14ê Hezîrana 1993an

    Abdullah Guler, Ahmet Guler, Beşir Başkok, Omer Çetin û Sait Şen / Şirnex / 22ê Hezîrana 1993an.

    Bi heman mijarî:

    İsmet Sezgin: Dewletê li hemberî PKKê çavên xwe ji Hizbullahê re girt
    Hevşaredarên Çelê, Gever û Şemzînanê hatin binçavkirin
    Dadgerê doza Dînk di dema danişînê de hat binçavkirin
    Hevşaredarê Xelfetî Bayram hat binçavkirin
    Li Elezîzê 5 endamên DBPê hatin binçavkirin
    Etîketan:
    di serdema Wezîrtiya Navxweyî ya Sezgin de lîsteya kesên windayî, Wezîrê Navxweyî yê berê, Akademiya Tibiya Leşkerî ya Gulhanê (GATA), İsmet Sezgin, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de