10:43 22 Hezîran 2018
Tehran - Îran

Çûn û hatina bo Merîwanê hate qedexekirin

© Fotolia / Borna_Mir
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hêzên Ewlekariya Îranê bo rê li ber xwepêşandana ku wê li dijî kuştina kesibkaran îro li Merîwanê bihate lidarxistin bigrin, li bajêr rewşa awarte ragihandin.

Li gorî agahiyên Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê, wê îro li hember avahiya Qeymeqamtiya Merîwanê li dijî kuştina kesibkaran xwepêşandanek bihata lidarxistin. Lê Îranê rê neda xwepêşandanê û gelek hêzên xwe şand bajêr û rewşa awarte ragihand. Herwiha hatin û çûna Merîwanê jî hate qedexekirin.

Hêzên Îranê pêş destpêkirina xwepêşandanê hemû cade û kolanên bajar bi hêzên leşkerî girtine. Her wiha xeta înternet û şebekeya telefonan jî qut kirine.  Her wiha duh Qeymeqamtiya Merîwan hat girtin, ji derveyî hêzên leşkerî û ewlehiyê destûr nayê dayîn kes nêzî avahiyê bibe.

Hêjayê gotinê ye ku gelek kurdên li Îranê ji ber neçarî û belengaziyê kolberiyê dikin û gelek ji wan rastî êrîşên hêzên ewlehî yên Îranê dibin û di encamê de jî an jiyana xwe ji dest didin an jî birîndar dibin.

Bi heman mijarî:

Kurdên li Îranê li dijî kuştina kolberên kurd dest bi kampanyayekê kirin
Serokwezîrê tirk: Em bi Rûsya û Îranê re derbarê pêşeroja Sûriyeyê dicivin
Di êrişa leşkerên tirk a Sûriyeyê de NHBya Îranê hate bikaranîn
Li Îranê xwendekarekî Kurd hat desteserkirin
Pergala tekoşîna elektronîk a rûsî ji bo Îranê
4 Kurdên Îranê beşdarî Pêşbirka Karate ya Cîhanê dibin
Etîketan:
kesibkar, kurdên îranê, xwepêşandan, şer, kolber, îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de