23:42 21 Sibat 2018
Zindî
    HSD

    HSD: Em amadekariya qonaxa duyem ji bo operasyona ‘Xezeba Firatê' dikin

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 80

    Fermandarên HSDê diyar kirin ku ew amadekariyê ji bo qonaxa duyem a operasyona Xezeba Firatê dikin û wê bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re aşkere bikin.

    Herwiha Fermandarên di nava hêzên HSDê de cî digirin jî ji ANHAyê re danxuyakirin ku wê qonaxa duyem a operasyonê destpê bike.

    Li gorî heman nûçeyê Berdevkê Fermî yê Siwar El-Reqqayê Ebû Qasim El-Şimerî gotiye ku Hêzên HSDê gelek meclîsên leşkerî ava kirin, herwiha amadekariya avakirina Meclîsa Leşkerî ya Reqqayê jî tê kirin. El-Şimerî diyar kir ku wan dema destpêkirina qonaxa duyem a hemleya Xezeba Firatê nîqaş kirine.

    Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê mîralay Elî Heco jî got ku ew ê qonaxa duyem a hemleya Xezabê Firat bi kongreyeke çapemeniyê ragihînin. Heco destnîşan kir k udi dema dawî de gelek hêz beşdarî nava refên HSDê bûne û wan gelek dever ji terorê rizgar kirine.

    Fermandarên hêzên HSD′ê duh civîneke berfireh ji nûnerên hêzên şoreşger û Meclîsên Leşekerî yên ku di bin banê HSD′ê de tev digerin re, li navenda Fermandariya Giştî ya hêzên HSD′ê li bajarê Hesekê lidar xist. Di civînê de biryar hat girtin ku qonaxa duyem a hemleya Xezeba Firatê di rojên pêş de were destpêkirin û buyoyên hêzên şoreşger li herêmên rizgarkirî werin vekirin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Tirk: Rêya El Bab û Minbicê hate kontrolkirin
    'Helîkopterên DYAyê ji bo operasyona Reqqayê çekên giran şandin'
    Şervanên Xezeba Firatê gundê Til Semenê rizgar kirin
    Hêzên Senadîd wê beşdarî pêngava ‘Xezeba Firatê' bibin
    Bîlançoya ‘Xezeba Firatê’ hate eşkere kirin
    Etîketan:
    Pêngava Xezeba Firatê, Siwar El-Reqqayê, Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê, Ajansa ANHA, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Elî Heco, Ebû Qasim El-Şimerî, Sûriye, Rojava, Reqqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de