05:03 20 Sibat 2018
Zindî
    Heleb

    Rûsya: "Ji rojhilatê Helebê 8 hezar û 500 sivîl hatin tahliyekirin"

    © REUTERS/ Omar Sanadiki
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di nava 24 seetên dawî de nêzî 8 hezar û 500 sivîl ji rojhilatê Helebê hatin tahliyekirin.

    Wezareta Parastinê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Tam di wê dema ku artêşa Sûriyeyê operasyonên xwe li Helebê rawestandin di nava 24 seetan de 2 hezar û 934 jê ji herêmên rojhilat ku di bin kontrola milîtanan de bi tevahî 8 hezar û 461 sivîl hatin tahliyekirin.

    Di vê navberê de hat ragihandin ku 14 milîtanên terorîst jî ji efûya çekdanînê îstîfade kirine û teslîmî hêzên hikûmeta Sûriyeyê bûne.

    Di dirêjiya daxuyaniya Wezareta Parastin a Rûsyayê de behsa xebatên pisporên rûsî yên îmhakirina mayîn û bombeyên li Helebê jî hat kirin. Li gorî daxuyaniyê li bajêr bi firehiya 6 hektar herêm ji mayîn û teqemeniyên destçêkirî hat paqijkirin. Di nava cihên ku ji mayîn û teqemeniyên destçêkirî hatiye paqijkirin de îstasyoneke pompeya avê, du îstasyonê elketrîkê, du camî û du dibistan hene.

    Wekî din Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duhî di daxuyaniya xwe de gotibû: "Ji bo sivîlên ku li bajarê Helebê ketine tengasiyê û werin rizgarkirin artêşa Sûriyeyê li Helebê navber da operasyonên xwe yên leşkerî."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Artêşa Sûriyeyê hemû çalakiyên xwe yên leşkerî yên li Helebê rawestandin
    Ji Kalin daxuyaniya Helebê: "Em bi Rûsyayê re hevdîtinan pêk tînin"
    Pûtîn: Bijîşkên rûs ên li Helebê mirin, di peywireke mirovî de bûn
    Ryabkov: "Di mijara Helebê de em bi Amerîkayê re nêzî lihevkirinê ne"
    Rûsya: Sûriyeyê 70% ji bajarê Helebê kontrol kir
    Etîketan:
    Operasyona leşkerî ya Helebê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Sergey Lavrov, Heleb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de