16:50 19 Hezîran 2018
Balafira F-16

Artêşa Tirk: Rêya El Bab û Minbicê hate kontrolkirin

© REUTERS /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Artêşa Tirkiyê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku di çarçoveya operasyonên Mertalê Firatê de, beşek zêde ji rêya di navbera El Bab û Minbicê de hatiye kontolkirin û duh balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê, 10 hedefên DAIŞê tune kirine.

Di daxuyaniya Artêşa Tirkiyê de hatiye gotin ku di çarçoveya operasyona Mertale Firatê de, Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA) beşek mezin ji rêya di navbera herêma Zarzûnê ya di navbera El Bab û Minbicê de kontrol kiriye.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: "Ji hêla balafirên me yên Hêzên me yên Hewayî yên tirk ve, di encama operasyona hewayî ya li hemberî rêxistina terorê DAIŞê, li herêma Bratah, El Bab, Bzagah û Zarzûrê, 3 avahiyên ku weke çeper dihatin bikar anîn, ciyê hewînê û 4 avahiyên ku weke baregeha leşkerî hatiye bikar anîn û 3 xalên kontrolê, bi giştî 10 hedef hatine tunekirin."

Bi heman mijarî:

Yildirim: Armanca Mertalê Firatê ne guhertina rêveberiya li Sûriyê ye
Di Operasyona Mertalê Feratê de pevçûn: Leşkerekî tirk hat kuştin û 5 jî birîndar bûn
Kiliçdaroglu: "Dibe Tirkiye bi Operasyona Mertalê Firatê têkeve pêvajoyeke xeternak"
Di Operasyona Mertalê Firatê de 3 leşkerên tirk hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn
Çavuşoglu: "Mertalê Firadê hetanî El Babê wê dewam bike"
NY: DAIŞ li Mûsilê 550 malbatî wek mertalê zindî bikar tîne
Etîketan:
Operasyona Mertalê Feratê, balafirên şer, Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA), DAIŞ, Artêşa tirk, Bzagah, Bratah, Sûriye, Minbic, Rojava, El Bab
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de