03:47 19 Hezîran 2018
Otobus

Otobusa rêwiya qulibî: 30 birîndar

© Flickr /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Îro sibehê li navçeya Dinara Afyonkarahisarê otobusa rêwiyan qulibî. Qezaya ku seet li derdora 08.00an pêk hat de li gorî zanyariyên pêşî 30 rêwî birîndar bûn.

Îro sibehê li navçeya Dinara Afyonkarahisarê otobusa rêwiyan qulibî. Qezaya ku seet li derdora 08.00an pêk hat de li gorî zanyariyên pêşî 30 rêwî birîndar bûn. Rêwiyên birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên Afyonkarahisar û navçeyên derdorên wê.

​Otobusa rêwiyan bi 28 rêwiyên xwe ji Artvinê ber bi Antalyayê ve diçû û di rêya Dinarê de di kîlometroya 33yemîn de li herêma gundê Avşarê ji paş ve li qemyonekê qelibî. Otobus bi tesîra qelibandina qemyonê ji kontrolê derket û herikî şerempolê. Di qezayê de ajovanê otobusê Bariş Çetin û Serkan Gundogdu jî di nav de 30 kes birîndar bûn.

Piştî bûyera qezayê ji navçeya Dinar û Afyonkarahisarê gelek ambulans û tîmên tendirustiyê sewkî herêma bûyerê kirin. Li gorî çavkaniyên herêmî piraniya birîndariyan ji ber camên şikestî yên otobusê pêk hatiye, herwiha ji xeyrî rêwiyekî rewşa tendirustî ya rêwiyan baş e.

Bi heman mijarî:

Li Pakîstanê du otobus li hev qelibîn: 30 mirî û 50 birîndar
Li Taywanê agir girte otobusa turîstan: 26 mirî
Li Fransayê li dijî otobusa sivîlan êrişa çekdarî: 6 birîndar
Li Çînê çareseriya trafîkê: Otobusa dijwesayît
Li dijî otobusa rêwiyan êrişa bombeyi: 15 kuştî û 25 birîndar
Li Amedê hemû seferên otobusa yên sibê hat îptalkirin
Etîketan:
Ajovan jî di nav de 30 birîndar, Otobusa rêwiyan li Afyonkarahisarê qelibî, Serkan Gundogdu, Bariş Çetin, Afyonkarahisar, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de