22:54 25 Hezîran 2018
Licê

Li 6 gundên Amedê qedexeya derketina derve

© Foto : twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li 6 gundên navçeya Licê ya Amedê seet hi 21.00ê pê ve hetanî daxuyaniyeke din qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Panzera polêsan li devê kolanê, Farqîn
© Sputnik / Omer Faruk Baran
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Amedê ku ragihandiye li 3 gundên Hênê û li 3 gundên navçeya Licê ya Amedê bi tevahî li 6 gundan hetanî daxuyaniyeke din qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Walîtiya Amedê di daxuyaniya xwe de got: "Ji bo pêk anîna operasyonên leşkerî yên herêma çiyayê Licê û Hênê seet ji 21.00ê 8ê Berfenbara 2016an hetanî daxuyaniyeke din qedexeya derketina derve hatiye ragihandin."

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Amedê, li gundên Birlik, Şenlik û Erginkoya navçeya Licê û Aşagiturali,Yukariturali û Topçulara navçeya Hênê hetanî daxuyaniyeke duyemîn qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Bi heman mijarî:

Xwediyê nexweşxaneya cinan: "Kerxane û fuhuş serbest e, lê şîfa belavkirin qedexe ye"
Li 6 gundên Farqînê qedexe hate ragihandin
Li Amedê Walîtiyê çalakiya jinan qedexe kir
Bajarên kurdan bûne navendên qedexe û qeyûman!
Li Şirnexê girtina dikanan hat qedexe kirin
Etîketan:
Qedexeya derketina derve, Walîtiya Amedê, Amed, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de