04:50 26 Sibat 2018
Zindî
    Zanîngeha Stenbolê

    Li Zanîngeha Stenbolê operasyona FETOyê

    © Foto: Wikipedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li hemberî rêxistina FETO ya Zanîngeha Stenbolê operasyon hat lidarxistin. Serokê Giştî yê Merkez Partiyê Abdurrahim Karsli jî di nav de derheqê 87 kesan biryara binçavkirinê hat deranîn.

    Li gorî nûçeya rojnameya Haberturkê, Tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijteror û Qaçaxiyê ya Stenbolê berê sibehê li hemberî rêxistina FETO ya Zanîngeha Stenbolê operasyon da destpêkirin. Li gorî zanyariyan operasyon li 12 bajaran bi awaye demkî hat kirin.

    SEROKÊ GIŞTÎ YÊ MERKEZ PARTIYÊ JÎ DI NAV DE YE

    Serokê Giştî yê Merkez Partî Abdurrahim Karsli û profesor, doçent û alîkarê doçent jî di nav de derheqê 87 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn.

    Polês û tîmên taybet Stenbol jî di nav de li 12 bajaran ji bo binçavkirina 87 şikberan seetên berê sibehê li hemberî 100 navnîşanî operasyon pêk anî. Hat ragihandin ku Serokê Giştî yê Merkez Partiyê Abdurrahim Karsli, profesor, doçent û alîkarên doçent ên Zanîngeha Stenbolê jî di nav de wê 87 kesan binçav bikin.

    Bi heman mijarî:

    Girtiyê FETO wekî cîgirê walî hat tayînkirin
    Bersûcê doza FETO di girtîgehê de xwe kuşt
    Dibistanên FETO yên li Iraqê wê bi Wezareta Perwerdehiyê ve werin girêdan
    Banga çekdarbûna AKP’yîyan kir, ji FETO’yê hat girtin
    Endamên FETO yên ku venegerin Tirkiyeyê wê ji welatîbûnê werin derxistin
    Etîketan:
    Operasyona binçavkirinê, Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen (FETO/PDY), Serokê Giştî yê Merkez Partî, Abdurrahim Karsli, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de