16:39 18 Hezîran 2018
Bi hezaran kes dimeşin Sûrê - DÎSK - KESK -TMMOB

2 mîtingên dijî OHAL û KHKyan hatin qedexekirin

© Sputnik /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Mîtingên ku dê li dijî berdewama Rewşa Awarte (OHAL) û Biryarnameyên Hikmê Qanûnî (KHK) bihatina lidarxistin, hatin qedexekirin.

2 mîtingên ku bi pêşengiya Sendîkaya Karmendên Tenduristiyê (KESK) dê li bajarê Îzmîrê û meydana Bakirkoy a Stenbolê di 11ê Kanûnê de, li dijî berdewama Rewşa Awarte (OHAL) û kiryarên Biryarnameyên Hikmê Qanûnî (KHK) bihatina lidarxistin, hatin qedexekirin.

KESKê bi daxuyaniyekê ragihand, qedexekirina mîtingên plankirî wek nîşaneya biryareke navendî ya AKPê nirxand û hat gotin, biryara qedexekirinê ne hiqûqî û demokratîk e.

4 MÎTINGÊN KESK'Ê HATIN QEDEXEKIRIN

Mîtingên KESKê dihat çaverêkirin ku bi sernavê ‘Maf berê OHAL û KHKyan tên. Em ê ji ber sirgunkirin, cezakirin û dûrxistina kar xwe teslîm nekin' werin lidarxistin, lê ji ber qedexeyê tevî van 2 mîtingan dibe 4 mîtingên plankirî yên KESKê têne qedexekirin.

Bi heman mijarî:

Li Tirkiyê yekem mîtinga dijî OHAL û KHKyan tê lidarxistin
Li Tirkiyeyê 3 mehan OHAL hat ragihandin
Dadgeha Destûra Bingehîn, serdana CHPê ya KHKê red kir
Li Parlamenê Komîsyona KHKê tê damezirandin
CHP, bo betalkirina KHKê careke din serî li Dadgeha Bilind da
Etîketan:
Stenbol, Bakirkoy, Îzmîr, Mîting hatin qedexekirin, KESK, KHK, OHAL, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de