10:38 25 Sibat 2018
Zindî
    hdp

    Ji bo 3 parlamenterên HDPê cezaya girtîgehê hat xwestin

    © Foto: twitter/Pervin Buldan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Di derbarê Parlamenterê Enqere yê HDPê Sirri Sureyya Onder de bi daxwaza 40 sal cezaya girtîgehê doz hat vekirin. Her wiha ji bo Parlamentera Wanê ya HDPê Bedia Ozgokçe Ertan jî 5 sal ji bo Parlamenterê Amedê yê HDPê Ziyar Pir jî 23 sal cezaya girtîgehê hat xwestin.

    Di derbarê Parlamenterê Enqere yê HDPê Sirri Sureyya Onder ê ku di 4ê Mijadrê ji aliyê polîsan ve hatibû desteserkirin û paşê bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan de, bi daxwaza 40 sal û 6 meh cezaya girtîgehê doz hat vekirin û îdianame hat amade kirin.

    Îdianame ya ku Onder tê de bi îdiayên weke ‘endamtiya rêxistinê' û ‘propagandakirina rêxistinê' tê sûcdar kirin, ji aliyê Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.

    JI BO OZGOKÇE Û PIR DE JÎ CEZAYA GIRTÎGEHÊ HAT XWESTIN

    Li gel vê yekê di derbarê Parlamenterên HDPê Bedia Ozgokçe û Ziya Pir ê ku di 4ê Mijdarê de hatibû desteserkirin û paşê serbest hatibû berdan de jî îdianame hatin amade kirin û di îdianameyên wan de jî bi îdiayên weke ‘endamtiya rêxistinê' û ‘propagandakirina rêxistinê' cezaya girtîgehê hat xwestin.

    Di îdianameya ji bo Parlamentera Wanê ya HDPê Ozgokçe de ji bo wê 5 sal ceza, di îdianameya Ziya Pir de jî ji bo wî ji 9 sal û 6 mehan heta 23 salan cezaya girtîhê hat xwestin. Îdianameyên Ozgokçe û Pir jî ji aliyê dadgehê ve hatin qebûl kirin.

    Tê payîn ku her 3 parlamneterên HDPê yên ku îdianameyên wan hatin qebûlkirin, di rojên pêş de derkevin pêşberî dadgehê.

    Bi heman mijarî:

    Parlementera HDPê Beştaş: Demîrtaş di binê tecrîdê de ye
    Bilgen: Parlamenterên HDPê gelo wê serbest bên berdan?
    Ji bo parlamenterên HDPê Geverî û Botan biryara 'anîna bi darê zorê' hat dayîn
    Ji bo Serokwekîla HDPê Çaglar Demirel 23 sal cezaya girtîgehê hat xwestin
    Ji bo Parlamentera HDPê cezaya muebetê hat xwestin
    Etîketan:
    xwestin, cezaya girtîgehê, Parlamenterên HDPê, Bedia Ozgokçe, Sirri Sureyya Onder, Ziya Pir, Amed, Enqere, Wan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de