15:53 20 Hezîran 2018
Recep Tayyîp Erdogan

Erdogan: "dixwazin ekonomiya me têk bibin"

© REUTERS / Murat Cetinmuhurdar/Presidential Palace
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 11

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe de ragihand ku dixwazin ekonomiya me têk bidin, em jî dibînin ku di piyasê de sekinandinek heye. Ev ji xeyrî sedemên şênber zêdetir ji mijarên spekulatîf pêk tên.

Recep Tayyip Erdogan û Vladimîr Pûtîn
© Sputnik / Michael Klimentyev
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Qesra Serokomariyê di Civîna Muxtaran a 31emîn de derbarê rojevê de hinek nirxandin kirin û di axaftina xwe de got: "Dixwazin ekonomiya me têk bidin, em jî dibînin ku di piyasê de sekinandinek heye. Ev ji xeyrî sedemên şênber zêdetir ji mijarên spekulatîf pêk tên."

HEKE TU JI WELATÊ XWE HEZ BIKE DOLARÊ HÛR BIKE Û DERBASÎ TL BIBE

Erdogan di axaftina xwe ya civîna muxtaran de got: "Hinek civakên diyar dixwazin bi awayê sunî ekonomiyê têk bidin û dolar bidin zêde kirin. Lê, ji aliyê din ve welatiyên min hatin û berê xwe dane TL, kî çikas dolar di destê wî de hebû bi pereyê tirkî guherand. Ez spasiya miletê xwe dikim, ez spasiya welatiyên xwe dikim. Hûn saxbin û her hebin. Li gorî qenaeta min ev biryara gel wê dewam bike. Heke tu ji welatê xwe hez bike dolarê xwe hûr bike û derbasî TLyê bibe."

Bi heman mijarî:

Erdogan qanûna projeya xeta gazê pesend kir
Îranê bersiv da bangewaziya Erdogan
Erdogan: Em bi Rûsya, Îran û Çînê re bi pereyên xwe kirîn û firotinê bikin
"Dibe Rûsya navbeynkariyê di navbera Esad û Erdogan de bike"
Pûtîn û Erdogan li ser gihandina alîkariyên Helebê peyivîn
Etîketan:
Hinek civakên diyar dixwazin ekonomiya Tirkiyeyê têk bibin, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de