15:36 21 Hezîran 2018
Zanîngeha Kurdistan

Li Zanîngeha Selahadîn beşa Suryankî hat vekirin

© Foto : rudaw
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Herêma Kurdistanê Zanîngeha Selahedîn a bajarê Hewlêrê, beşa zimanê Siryanî hat vekirin.

Nûnerê Wezîrê Xwendina Bilind Dr. Amanc Seîd di vekirina beşa Suryanî ya Zanîngeha Selahadîn de got, ‘Ev destkefteke mezin e bo Herêma Kurdistanê.'

Beşa beşa zimanê Suryanî li Fakulteya Perwerdê ya Zanîngeha Selahedîn 6ê Berfanbarê bi beşdariya nûnerê Wezîrê Xwendina Bilind ê Kurdistanê Dr. Amanc Seîd û Serokê Zankoya Selahedîn a Hewlêrê Dr. Ehmed Dizeyî dest bi perwerdeyê kir.

'KURDISTAN GIRÎNGIYÊ DIDE KÊMÎNEYAN'

Dr. Amanc Seîd di merasima vekirina beşa zimanê Suryanî de got, ‘Vekirina beşa zimanê Suryanî gaveke girîng û destkefteke mezin e bo Kurdistanê. Çimkî ev yek nîşan dide ku Kurdistan çiqasî girîngiyê dide kêmîneyên etnîkî, kultur û nirxên wan.'

Beşa zimanê Suryanî di sala nû ya perwerdehiyê de 20 xwendekar ji bo perwerdehiyê wergirtin ku tê pêşbînîkirin salê pêş ev hejmar zêdetir bibe.

Bi heman mijarî:

Asayişa Herêma Kurdistanê: Li Silêmaniyê hin terorîst hatin kuştin
Xwîşka Serokê Herêma Kurdistanê koça dawî kir
Hikûmeta Bexdayê wê mûdçeyê karmendên Herêma Kurdistanê bide
Konferansa Partiyên Sosyal Demokratên Cîhanê li Herêma Kurdistanê tê sazkirin
‘Li heyameke nêzîk dê Herêma Kurdistanê serbixwe bibe’
Etîketan:
Beşa Suryankî, Zimanê Suryankî, Zanîngeha Selahadîn, Kurdistan, Iraq, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de