20:04 14 Kanûn 2017
Zindî
    Hikûmeta Herêma Kurdistanê

    Hikûmeta H.Kurdistanê budçeya Iraqê red kir: Komployeke siyasî ya metirsdar e

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser biryara Parlemana Iraqê ya ya pesendkirina budçeya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û rexneyên tund li partiyên Herêma Kurdistanê û Parlemana Iraqê kir.

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya fermî li ser biryara parlamentoya Iraqê ya bûdceya Herêma Kurdistanê ku 2 roj berê hatibû qebûlkirin, eşkere kir.

    'BIRYAR KOMPLOYEKE SIYASÎ YE'

    Di daxuyaniya hikûmeta herêma Kurdistanê de hat gotin, ‘Pişka ku ji Herêma Kurdistanê re hatiye terxankirin, pir kêm e û têra Herêma Kurdistanê nake' û ew biryar wek "komployeke siyasî ya metirsîdar" a li dijî Herêma Kurdistanê bi nav kir.

    'PARTIYÊN KURDISTANÊ NE LI BERJEWENDIYA HERÊMÊ DENG DANE'

    Hikûmetê rexne li firaksyonên Kurdistanî yên deng dane bûdçeya Herêma Kurdistanê jî girt ku çi bi zanetî çi bi nezanî be, wan berevajî berjewendiyên giştî yên Herêma Kurdistanê deng dane.

    Herwiha hat ragihandin ku dê rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê bi armanca piştrastbûna ji belge û agahiyên ketine destê hikûmetê, bi tevahiya firaksyonên Kurdistanî yên li parlamentoya Iraqê ne re li ser bûdceya Kurdistanê bicivin.

    BUDÇE ÇAWA HATIBÛ QEBÛLKIRIN?

    Hêjayî bîrxistinê ye Parlemana Iraqê di rûniştina 4ê Berfanbarê de, budçeya Iraqê ya sala 2017an û girêdayî wê jî budçeya Herêma Kurdistanê pesend kir.
    Ji partiyên Herêma Kurdistanê PDKê civîna parlemanê baykot kiribû, lê parlemantarên YNK, Gorran, Komel û Yekgirtû'yê deng dabûn budçeya Herêma Kurdistanê û hatibû pesendkirin.

    Bi heman mijarî:

    Hikûmeta Bexdayê wê mûdçeyê karmendên Herêma Kurdistanê bide
    HRW:Hikûmeta Kurdistanê alîkariyên ji bo Şengalê asteng dike
    Neteweyên Yekbûyî: "Hikûmeta Iraqê alîkariya penaberên mûsilî nake"
    Parlamentoya Iraqê budceya Kurdistanê ya % 17 pesend kir
    Hikumeta Iraqê, budçeya Kurdistanê ya 2016an diyar kir
    Etîketan:
    Yekgirtû, Komela, Ynk, Goran, PDK, Partiyên Kurdistanî, Budçeya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Kurdistan, Iraq, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de