05:37 12 Kanûn 2017
Zindî
    Ban Ki-mun û Susana Malcorra

    Ban Ki-mun êrîşa ser nexweşxaneya Rûsî şermezar kir

    © REUTERS/ Enrique De La Osa
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Ban Ki-mun êrîşa ser nexweşxaneya Rûsî ya li Helebê ku 2 karmendan tê de can dabû şermezar kir.

    Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Stephane Dujarric di kombûna rojnamevanî de daxuyakirin, "Sekreterê Giştî bêyî ku kîjan grub û hêzê ew êrîş kiriye bipirse, nûçeyên êrîşa ser nexweşxaneya seyar a Rûsî ku li rojavaya Helebê ye şermezar dike."

    5'Ê MEHÊ ÊRÎŞÎ NEXWEŞXANÊ KIRIBÛN

    Li gor nûçeyan milîtanên opozîsyona Sûriyê doh duşemê li demjimêr 12.21-12.30 êrîş biribûn ser nexweşxaneya girêdayî Wezareta Berevaniya Rûsyayê û 2 doktoran jiyana xwe ji dest dabû, doktorek jî bi giranî birîndar bûbû. Herwiha hatibû ragihandin ku kesên sivîl jî di wê êrîşê de birîndar bûne.

    LI NEXWEŞXANEYÊ 5 BEŞÊN TEDAWIYÊ HEBÛN

    Doktorên Rûsî dest bi alîkariyên pizîşkî kiribûn li taxên ku ji destê komên muxalîf hatine standin. Di nexweşxaneya navborî de, beşên dermankirina zarokan, neştergerî, jûra lênêrîna giran, laboratuar û rontgen heye.

    Bi heman mijarî:

    Li rojhilatê Helebê operasyona paqijkirina mayinan destpê kir
    YPG nan bi belaşî li taxeke Helebê belav dike
    Kremlîn: Milîtanên li Helebê bi zanebûn êrîşê nexweşxaneya Rûsî kir
    Lavrov: "Milîtanên ku ji Helebê venekişin dê werin tunekirin"
    Lavrov: "Êrişa li dijî nexweşxaneya me ya Helebê çalakiyeke plankirî bû"
    Etîketan:
    Rûsya, Heleb, Ban Ki-mun, êrîşa ser nexweşxaneyê, NY, rojhilata Navîn, Suriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de