17:56 13 Kanûn 2017
Zindî
    Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Sezgîn Tanrikulu - Amed

    Serokê CHPê: Soz didim di 4 salan de pirsa kurd çareser dikim

    © Foto: chp.org
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li serdana şîniya bavê Sezgîn Tanrikulu ya Amedê bersiv da pirsên rojnamevanan.

    Serokê Giştî yê Partiya Komarîya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li Amedê çû sersaxiya Cîgirê Serokê CHPê Sezgîn Tanrikuluyê ku bavê wî Fehîm Tanrikulu wefat kiribû.

    KILIÇDAROGLU: SOZA MIN SOZ E!

    Kiliçdaroglu li ser pirsa ‘Hûn dê çawa pirsa Kurd çareser bikin?' daxuyakirin, nabe li ser lingan bêje ez dê wiha çareser bikim, lê tenê CHP dikare pirsa Kurd çareser bike û wiha axivî:

    "Li Tirkiyê pirsa heyî tenê yek partiyek heye çareser bike, ew jî CHP ye. Soza min soz e. Ez dê di nav 4 salan de çareser bikim. Dê partiya me vê pirsê çareser bike. Em dê di çarçoveya demokrasî, mafên mirovan û azadiyan de vê pirsê çareser bikin."

    CHP'Ê JI BO ÇARESERIYÊ PIRTÛK Û RAPOR AMADE KIRINE

    Kiliçdaroglu li ser çawaniya çareserkirinê jî diyar kir, li ser vê mijarê pirtûkên wan weşandine û raporên ku amadekirine hene, lewma ew dê vê pirsê bi nêzîkbûneke aqilane û mantiqê çareser bikin.

    Bi heman mijarî:

    CHP: "Em dikarin federasyonê jî nîqaş bikin"
    CHP: Bila Barzanî bi me re jî hevdîtinê pêk bîne
    Erdogdu: "Piştî HDPê di rêzê de CHP, lîberal, mûxalifên MHPeyî û yên din hene"
    CHP, li hemberî pergala serokatiyê dadikeve meydanan
    CHP: AKP bi girtina parlamentaran xizmeta terorê dike
    Etîketan:
    CHP, Pirsa Kurd, Kemal Kiliçdaroglu, Şîna bavê Sezgîn Tanrikulu, Serokê CHPê serdana Diyarbekir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de