14:04 11 Kanûn 2017
Zindî
    Kesên ku ji ber şerê li Sûrê mexdûr bûne, koç dikin

    "Tazmînata ku dewlet dide mexdûrên Sûrê têra tiştekî nake..."

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Rêxistina Navnetweyî ya Efûyê (International Amnesty) rapora Sûrê ya ku nêzî şeş mehan e amade dike, îro li Amedê bi civîneke taybet eşkere kir. Rayederên rêxistinê di civînê de diyar kirin ku her çiqas rapor li ser mexdûrên Surê hatiye amede kirin jî rewşa bi sed hezarên kesên din ên li navçe û bajarên kurdan mexdûr bûne jî raber dike.

    Di Tîrmeha 2015an de agirbesta di navber PKK û Tirkiyeyê de bi dawî bû û şerê çekî ji nû ve dest pê kir. Piştî şerê YPS û dewleta Tirkiyeyê ya li navenda navçeya Surê di 6ê Îlona 2015an de karbidestên dewletê qedexeya derketina derve ya yekem ragihandin. Di 11ê Berfanbara 2015an de li 6 taxên Surê qedexe dest pê kir û şerê di navbera YPS û dewletê de giran bû. Bi deh hezaran sivîlan ji Surê bar kirin. Di 9ê Adara 2016an de her çiqas dewletê ragihand ku operasyon bi dawî bûne jî qedexeya derketina derve li hin taxên Sûrê hêj jî dewam dike.

    Dîrektorê Ewropa û Asyaya Navîn a Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê John Dalhuisen li ser şer û pevçûnên li Sûrê got:

    "Gava xendeq hatin kolandin û barîkat hatin danîn dewletê mecbûr bertek nîşan da. Lê li gorî fikra me berteka dewletê zêde zêde bêteşe bû. Ji ber vê berteka bêteşe, em hatin ser wê fikrê ku dewletê koçkirina sivîlan ji xwe re kiriye armanc. Di 6 mehên vê dawiyê de me ti guhertinek jî nedît. Ji bo ku însan vegerin malên xwe şert û merc nehatin çêkirin. Em ji rayedarên Tirk re dibêjin, hîn jî ne dereng e ji bo vegerandina wan sivîlan. Divê berê her tiştî bihêlin ku ew sivîl vegerin malên xwe. Em dê hewl bidin ku rayedar ji bo vê vegerê têkeve nava liv û tevgerê."

    Civîna Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê ya li Amedê. Dîrektorê rêxistinê yê Ewropa û Asyaya Navîn John Dalhuisen, dîrektorê rêxistinê yê Tirkiyeyê Idil Eser û lêkolînerê rêxistinê yê li Tirkiyeyê Andrew Gardner.
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Civîna Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê ya li Amedê. Dîrektorê rêxistinê yê Ewropa û Asyaya Navîn John Dalhuisen, dîrektorê rêxistinê yê Tirkiyeyê Idil Eser û lêkolînerê rêxistinê yê li Tirkiyeyê Andrew Gardner.

    TAZMÎNAT TÊRA TIŞTEKÎ NAKIN

    Lêkolînerê rêxistinê yê Tirkiyeyê Andrew Gardner jî destnîşan kir ku dewleta Tirkiyeyê bi kêfî bi awayekî bêteşe qedexeya derketina derve ragihandiye. Garden got:

    "Ragihandina qedexeya derketina derve tiştekî kêfî ye, di encama vê kêfiyê de arîşeya koçkirina mecbûrî çêdibe, ew jî deryaseyî ye. Hikumeta Tirkiyeyê hevpeymanên ku îzme kirine binpê dike. Hin mexdûrên Sûrê ji parêzgariyê alîkarî girtin lê ev ne bes e. Ji bo kirayê belkî bes be lê bi giştî ne bes e. Ne tenê ku mal û milkê wan sivîlan ji dest wan çû, herwiha karên wan jî ji dest wan derket. Ev tazmînatên ku dewlet dide kêm in, têra tiştekî nakin."

    Kesên ku ji ber şerê li Sûrê mexdûr bûne, koç dikin.
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Kesên ku ji ber şerê li Sûrê mexdûr bûne, koç dikin.

    Di heyema şer û pevçûnên de li 35 navçe û bajarên Kurdan de qedexeya derketina derve hat ragihandin. Di Sibata 2016an de, berê ku li Şirnex, Nisêbîn û Geverê qedexe were ragihandin li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê 355 hezar kesan ji wan navçe û bajaran koç kiribû. Piştî vê daxuyaniya li ser hejmara koçberan dewletê tu daxuyanî nedan. Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê di raporê de diyar kir ku bi guman be jî hejmara kesên koç kirine ji 500 hezarî zêdetir e.

    MEXDÛRÊN SÛRÊ DIBÊJIN KU..

    Rêxistinê, dema rapor amade kiriye bi 26 malbatên Sûrê re rûniştiye. Hin ji wan mêr hin ji wan jin, wiha dibêjin mexdurên Sûrê:

    "Emrê min wer bi feqiriyê derbas bû çû. Tenê ev mala min hebû. Min digot bila kurê min biçe zanîngehê, wekî din tiştekî naxwazim. Niha ne mala min ma, ne jî hêvî û omidiya min ma, ku ez kurê xwe bişînim zanîngehê."

    Kesên ku ji ber şerê li Sûrê mexdûr bûne, koç dikin.
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Kesên ku ji ber şerê li Sûrê mexdûr bûne, koç dikin.

    "Em tevî hemû xizmên xwe giş 500 kes li Sûrê bûn. Her roj me li sûka Sûrê hevdu didît û sohbet dikir. Niha em her yek bi dereke Amedê ve belav bûn, em tenê dikarin bi telefonê biaxivin."

    "Ez û du zarokên xwe li mal bûn, me bi qasî hefteyekê bûbû ku av venexwaribû. Rojekê kapsulên xazê avêtin mala me. Ev bûbû 20 roj ku ceyrana me jî tune bû. Min xwest ez derkevim biçim, lê dereke ez pê de biçim tune bû."

    "Mala min hilweşiya çû, ez ewqas bi ser mala xwe de giriyam ku êdî hêsir ji çavên min nayên."

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de