23:23 24 Hezîran 2018
Binçavkirin - Girtin

Li Semsûrê 2 siyasetmedar û 4 xwendevan hatin girtin

© Sputnik / / Vitaliy Ankov
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Semsûrê Endamê DBPê yê parlementoya partiye Suat Demîr, endamê KJAyê Maşallah Erbey û 4 xwendekarên zanîngehê bi hinceta 'endamê rêxistinê ne' hatin girtin.

Di 20 rojên dawî de li Semsûr û naveçeya wê Alikê ji aliyê polêsan ve bi dehan kes hatin destesekirin.  Di nava kesên hatin desteserkirin Endamê DBPê yê parlementoya partiye Suat Demîr, endamê KJAyê Maşallah Erbey û 6 xwendekarên zanîngeha Adiyamanê jî hebûn. Kesên binçavkirî piştî kiryarên fermî yên li midûriyeta ewlekariyê şandin dadgehê.

Dadegehê derbarê Endamê DBPê yê parlementoya partiye Suat Demîr, endamê KJAyê Maşallah Erbey û xwednekarên bi navên Azad Omer Uyan, Emrah Emre, Îrfan Atalay û Dagistan Hezer bi hinceta ‘endamên rêxistinê ne' û ‘propagandaya rêxistinê kirine' biryara girtinê da.

2 siyasetmedar û 4 xwendevanên ku hatin girtin birin Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê.

Bi heman mijarî:

Di lêpirsîna hezaza kaneya Sêrtê de 4 kes hatin girtin
Ji bo Demirtaş 2 biryar di rojekê de hatin girtin
Li Sêrtê, hevserokên HDPyî di nav de 8 kes hatin girtin
4 kes li Elezîzê hatin girtin
"Leşkerekî kanadayî yê berê li Kurdistanê hat girtin"
Etîketan:
siyasetmedar, bajarên kurdan, şerê siyasî, dbp, semsûr
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de