07:49 12 Kanûn 2017
Zindî
    Panzera polêsan li devê kolanê, Farqîn

    Li Farqînê teqîn: Zarokek birîndar bû

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Farqînê ya Amedê di encama teqîna cîsmekî de zarokekî 11 salî bi giranî birîndar bû.

    Hat diyar kirin ku îro saet di 15.00a de li navçeya Farqînê ya Amedê zarokê 11 salî yê bi navê A.Ş. cîsmek li erdê dît û ew cîsma bi wî de teqiya.

    Hat ragihandin ku ew zarok di encama teqînê de ji dest, rû û zikê xwe birîndar bû. Zarokê birîndar ji bo dermankirinê pêşiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê, paşê jî ji ber ku birîna wî giran bû, sewqê Nexweşxaneya Zanîngeh a Dicleyê hat kirin.

    Polîsên ku piştî bûyerê hatin cihê bûyerê piştî lêkolîna cihê bûyerê lêpirsîn da destpê kirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê cîsimek teqiya: 2 zarok bi giranî birîndar bûn
    Li Şirnexê teqîn: 3 zarok mirin 3 jî birîndar bûn
    Li Şêxmeqsûdê yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
    Li navçeya Silopî teqîn: 2 jê giran 8 zarok birîndar bûn
    Li Mêrdînê teqîn: 4 zarok 6 kes birîndar bûn
    Etîketan:
    birîndarbûn, zarok, teqîn, Nexweşxaneya Zanîngeh a Dicleyê, Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê, Amed, Farqîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de