13:54 19 Hezîran 2018
Nexweşxaneya rûsî ku rastî êrişa milîtanan hat

Ji Şoygu bo malbata bijîşkên rûsî ku li Helebê hatin kuştin dîrektîfa alîkariyê

© REUTERS / SANA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Sergey Şoygu ji bo malbata bijîşkên rûsî ku li bajarê Helebê di êrişekê de jiyana xwe ji dest dabûn dîrektîfa alîkariyê da.

Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Sergey Şoygu ji bo alîkarîkirina malbata bîjîşkên rûsî Nadejda Duraçenko û Galîna Mihailova kul li nexweşxaneyeke Helebê jiyana xwe ji dest dabûn ji bo hemû pêwistiyên wan werin qedandin direktif da.

REWŞA BIJÎŞKÊ BIRÎNDAR BAŞ E

Herwiha wezaretê derheqê rewşa bijîşkê zaroka yê rûsî Vadîm Arsentyev jî agahî belav kirin û got: "Bijîşk Vadîm Arsentyevê ku di êrişa Helebê de bi giranî birîndar bibû sewkî Baregeha Hmeymîmê hat kirin. Arsentyev li baregehê operasyonek derbas kir û dermankirineke baş a tibî dît û niha rewşa wî stabil e."

MILITANÊN MUXALIF ÊRIŞÎ NEXWEŞXANEYÊ KIRIBÛN

Milîtanên muxalif ên sûriyeyî, duhî seet 12.21ê êrişî nexweşxaneya leşkerî ya Rûsyayê ku li bajarê Helebê ava kiribû kirin. Ji ber ku bombe li devê deriyê nexweşxaneyê beşa qebûlkirina nexweşan ketibû 2 bijîşkên rûsî jiyana xwe ji dest dabûn û bijîşkek jî bi giranî birîndar bibû. Herwiha sivîlên ku ji bo dermankirinê çûbûn nexweşxaneyê jî birîndar bûbûn."

Bijîşkên leşkerî yên rûsî, li taxên Helebê yên ku ji destê milîtanên terorîst hatibûn deranîn xizmeta tibî û dermankirinê didan şêniyên herêmê. Bijîşkan di klînîka ku ava kiribûn de beşek ji bo dermankirina zarokan, yek ji bo operasyonan, odeya xweytiya giran, laboratuvar û beşa rontgenê vekirbûn.

Bi heman mijarî:

Kremlîn: Milîtanên li Helebê bi zanebûn êrîşê nexweşxaneya Rûsî kir
Lavrov: "Milîtanên ku ji Helebê venekişin dê werin tunekirin"
Lavrov: "Êrişa li dijî nexweşxaneya me ya Helebê çalakiyeke plankirî bû"
Pêşniyara NY ya agirbesta Helebê hat veto kirin
Rûsya: Hemşîreya rûs a li Helebê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da
Peyamnêrê RTyê li Helebê di êrîşeke li dijî nexweşxaneya Rûsî de birîndar bû
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de