12:54 17 Kanûn 2017
Zindî
    Kampa Zalîkan a li Mûsilê û leşkerên Tirk

    2 leşkerên tirk yên ku DAIŞê revandibû di girtîgeha Reqayê de ne

    © Foto
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    2 leşkerên tirk yên ku di 29ê Cotmehê de nêzî gundê Ed Dana ya bi ser bajarê El Babê bi birîndarî ketibûn destê terorîstên DAIŞê, li maleke binerd ya ayîdî DAIŞê hatin dermankirin û piştre wan şandin girtîgehek li Reqayê.

    Li gorî agahiyên ku Sputnîkê ji çavkaniyên herêmî bidestxistiye, Serbaz Kivanç Kaşikçi ku ji rû û lingên xwe û Muhammed Duran jî ji zik û destên xwe birîndar bûbûn, li maleke di binê erdê ya ayidî DAIŞê de hatin dermankirin wan şandin girtîgehek li Reqayê. DAIŞ herdu leşkerên tirk kir qawîşa Serter Taşê ku 10 meh berê dîsa ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin.

    Peyamnêrên Sputnîkê ji çavkaniyên herêmî derbarê 2 leşkerên tirk yên ku 29 Cotmehê de ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin agahiyên gelekî girîng bidestxistin.

    LEŞKER DI GIRTÎGEHA ZERKAVIYÊ NE

    Li gorî agahiyên bidestketî terorîstên DAIŞê Serbaz Kivanç Kaşikçi yê 24 salî û Serbaz Muhammed Duranê 28 salî piştî dermankirina birînên wan, wan şandine girtîgehek li Reqayê. Herdu leşker li Girtîgeha Zerkavî ya li rojhilatê Reqayê hatin bicikirin ku tê gotin 4 tirkên din li wê girtîgehê têne girtin.

    TIRKIYE BO LEŞKERAN KETIYE NAVA HEWLDANEKE MEZIN

    Herwiha tê gotin ku Tirkiye bo leşkerên xwe yên di desten DAIŞê de bi saxlemî rizgar bike ketiye nava hewldaneke mezin.

    Ji aliye din ve balkêşe ku pişt revandina leşkerên tirk ya ji herêma Babê, Tirkiye êrişên xwe yên hewayî yên li dijî DAIŞê yên li herêma navborî kêm kirin.

    Hêjayî gotinêye ku DAIŞ, bo DAIŞiyê ku li Tirkiyeyê serbest bên berdan û operasyonên hewayî yên Tirkiyeyê raweste di 1ê Îlona 2015an de li ser sînorê Kilîsê leşkerek tirk kuşt û yê bi navê Serter Taş jî revand. Taş 15 meh in ku li Reqayê girtiye.




    Bi heman mijarî:

    Işik: "Balafira ku leşkerên tirk kuştin aîdî Şamê ye"
    Ji Lavrov derbarê leşkerên tirk daxuyanî: Ti eleqa Rûsya û Sûriyeyê pê nîne
    "5 leşkerên tirk li nêzîkî Babê birîndar bûn"
    DAIŞê 2 leşkerên tirk girtin
    DAIŞê êrîş kir: 5 leşkerên Tirk birîndar bû
    Pûtîn bo leşkerên tirk ji Erdogan sersaxî xwest
    Etîketan:
    teror, daiş, revandin, leşkerên tirk, serter taş, kivanç kaşikçi, muhammed duran, el bab
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de