10:07 13 Kanûn 2017
Zindî
    Qamışlo

    Asayîşa Rojavayê ji bo şewitandina alayê daxuyanî da

    © Sputnik/ Hediye Levent
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Asayişa Rojavayê derbarê îdiayên şewitandina alaya Kurdistanê li bajarê Amûdê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku hêzên wan tiştekî wiha nekiriye û ew rêzê ji hemû sembol û pîroziyên kurdistanî re digirin.

    Serokatiya Giştî ya Asayişa Rojavayê daxuyaniyek ji îdiayên şewitandina alaya Kurdistanê li bajarê Amûdê ji aliyê asayîşê ve da.

    "JI BO HER ÇAR PERÇEYÊN KURDISTANÊ…"

    Asayîşê daxuyaniya xwe bi gotinên "ji bo gelê me yê kurd li her çar perçeyên Kurdistanê" dest pê kir û wiha dewam kir: "Piştî şopandina hûr ji li lêpirsînên derbarê îdiayên ku me alaya kurdî daxistiye û şewitandiye, hêzên me qet tiştekî wiha nekiriye û Hêzên Asayîşê her rêzê ji hemû sembol û pîroziyên Kurdistanî re digire. Herwiha tekane xema wê ew e ku ewlehiya welatiyên li herêma xwe, çi piştgir çi dijber, dabîn bike".

    "EM NIVÎSGEHÊN ENKSÊ KU ALAYA KURDÎ LI SER WAN HEMÛYAN BILINDKIRÎ YE, DIPARÊZIN"

    Herwiha Asayîşê teqez kir ku ew nivîsgehên hemû partiyên dijber ji Xweseriya Demokratîk re diparêzin û wiha dewam kir: Bi taybetî jî nivîsgehên partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê ku alayên kurdî li ser hemûyan bilindkirî ye".

    Ji aliyê din ve, Asayîşê derbarê xwenîşandanên ENKSê û êrîşa li ser xwenîşdanerên alîgirên wê ji aliyê Ciwanên Şorşeger de jî wiha got: "Heyeta Hundirîn a Birêveberiya Xweser her dem ji ENKSê û alîgirên wê re gotiye ku divê destûrê bistînin ta ku Asayîş bikare xwenîşandanê biparêze. Lê mixabin ew qebûl nakin ku destûrê bistînin û îtîrafê jî bi Hêzên Asayîşê jî nakin ku bi şev û roj ji bo ewlekariya wan dixebite".

    "ME GELEK ALÎGIRÊN CIWANÊN ŞOREŞGER GIRTIN"

    Derbarê êrîşa Ciwanên Şoreşger li ser xwepêşanderên ENKSê li bajarê Qamişloyê jî wiha hat ragihandin: "Gava pevçûn di navbera alîgirên ENKSê û Ciwanên Şoreşger de çêbû, Asayîş ne li cihê xwepêşandanê bû. Lê eger aliyekî ji wan ji me re bigota, em ê bi lezgînî biçûna cihê bûyerê û rewş kontrol bikira. Lê tevî wê jî, Asayîşê gelek alîgirên Ciwanên Şorşeger girtin".

    Asayîşê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar dike ku ev daxuyanî hem zelalkirina rewşê ye û him jî bangek e û wiha dibêje: "Ev bangek e ji bo hemû xemxwerên têkoşîna gelê kurd,bi taybetî ji bo Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê ye ta ku agirê fitneyê vênexin di navbera birayên têkoşînê de."

     

    Bi heman mijarî:

    ENKSê daxuyanî da: Gotinên nexweş, lêdan û al parçe kirin
    ENKSê bangî Tirkiye û PYDê kir: Girtiyan berdin
    4 endamên ENKSê hatin berdan, 19ên din dê werin darizandin
    ENKSê ji bo girtiyan xwepêşandan li dar xist
    Endamên ENKSê li Rojava grêva birçîbûnê bi dawî kirin
    Encûmena Êzidiyên Sûriyê ji ENKSê û Koalisyona Sûriyê vekişiyan
    Serokê ENKSê: Em ne qels in
    Etîketan:
    alaya Kurdistanê, Ciwanên Şoreşger, ENKS, Asayîşa Rojavayê, Amûdê, Rojava, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de