04:34 16 Kanûn 2017
Zindî
    Polês, serdegirtin, tîmên taybet

    Li Sêrtê li hemberî qereqolê êrişa çekdarî: 5 polês birîndar bûn

    © REUTERS/ Sertac Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Sêrtê li hemberî qereqola polêsan êrişa çekdarî pêk hat. Li gorî zanyariyên destpêkê di şer û pevçûnê de 5 polês birîndar bûn.

    Li Sêrtê li hemberî qereqola polêsan êrişa çekdarî pêk hat. Li gorî zanyariyên destpêkê di şer û pevçûnê de 5 polês birîndar bûn. Polêsên birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê.

    Hat ragihandin ku şervanên PKKê li taxa Birlik a Sêrtê êrişî qereqola polêsan kirin. Li gorî zanyariyên berdest di şer û pevçûnê de 5 polês birîndar bûn û polêsê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Li gorî îdîayan di şer û pevçûnê de du şervanên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

    Li gorî daxuyaniya Walîtiya Sêrtê piştî êrişa çekdarî ya li dijî qereqola polêsan lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Di lêpirsîna hezaza kaneya Sêrtê de 4 kes hatin girtin
    Li Sêrtê, hevserokên HDPyî di nav de 8 kes hatin girtin
    Hevserokê HDPê yê Sêrtê: Kesekî qeyûmtiyê qebûl nekir
    Li Sêrtê êrîş li ser boruya gazê hat kirin
    Li Sêrtê termê karkerekî din hat derxistin
    Etîketan:
    Êrişa qereqola polêsan, PKK, Walîtiya Sêrtê, Sêrtê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de