06:32 13 Kanûn 2017
Zindî
    Ferhadê Mihemed

    "Dilê tirsonek sînga spî nabîne..."

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Omer Faruk Baran
    0 40

    Xelata Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt a 6em, bi çîroka xwe yê bi navê ‘’Kitêba Bergsor’’ Ferhadê Mihemed wergirt.

    Ev 6 sal in, Egitim-Sena Batmanê seba ku balê bikşîne ser binpêkirina mafên mirovan ji bo bibîranîna Şerzan Kurt pêşbirkeke çîrokan li dar dixe. Şerzan Kurt, dema li Zanîngeha Muglayê xwendekarê pola duyem bû, di pevçûneke di nav xwendekaran de bi çeka polîsên dewleta Tirkiyeyê hatibû kuştin.

    Di pêşbirka îsal de desteya hilbijêr a ku ji Lorîn Dogan, Îsmaîl Dindar, Fewzî Bilge, Elixan Loran, Bajar Mirzeman pêk dihat çîroka bi navê ‘'Kitêba Bergsor'' a Ferhadê Mihemed hêjayî xelatê dît.

    Ferhadê Mihemed li ser xelatê û çîroknûsiya xwe ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

    Ferhadê Mihemed diyar kir ku wî ji Gulana 2015an vir ve dev ji her tiştî berdaye û xwe tenê daye ber wêjeyê: ‘'Mîna her kurdî ez jî piştre bi hestên neteweyetiyê hesiyam, hingê ez 19 salî bûm û kela dilê min radibû, nemaze jî ji aliyê siyasetê ango dirûşm û slogangotinê. Dûre min fehm kir ku ez ê nikaribim wisa dewam bikim. Min berê xwe bi tevahî da edebiyatê, form û teknîkên cuda. Ez wekî analîstekî li ser cureyên edebiyatê sekinîm.''

    Xelata wêjeyê  ya Ferhadê Mihemed wergirtiye
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Xelata wêjeyê ya Ferhadê Mihemed wergirtiye

    ‘'EM PIR BIXWÎNIN Û HINDIK BINIVSÎNIN''

    Ferhadê Mihemed li ser çîroknûsiya Kurdî got: ‘'Ji aliyê vegotina ve çîrokên kurdî bi giştî gelekî xurt û qehîm in. Ji ber ku mijar, bûyer, êş û kêfxweşî pir in. Zimanekî çandî heye û pir xurt e pir pêşketî ye lê berovajî vê yekê di çîroknûsiya Kurdî de moderntîte, teknîk, form, şêweya edebî qels e. Divê em zêdetir li ser dînamîzma form û modernîteyê bixebitin. Em pir pir pir bixwînin û hindik binivsînin. Ji tonek zeytûn çend lître rûn derdikeve? Hecmê tonek zeytûn li kû, lîtreyên ku jê derdikevin li kû''

    Her çiqas pêşbirkên helbest û çîrokan her sal tên lidarxistin jî komîteyên amadekar ên pêşbirkan bi giştî dibêjin ku serlêdan hindik in. Nivîskarê ciwan Ferhadê Mihemed bang li nivîskarên ciwan kir ku ew netirsin û xwe di pêşbirkan de biceribînin: ‘'Nivîskarên ciwan divê her wêrek bin. Divê hestên xwe çi li ser kaxezan çi jî li ser derên bireşînin, biweşînin û beşdarê pêşbirkan bibin. Gotineke pêşiyan heye, dibên: ‘Dilê tirsonek sînga spî nabîne' Wextê ku sînga spî nebîne nikare tu tiştî ji vê dinyayê fehm bike.''

    HERÎ ZÊDE HESENÊ METÊ Û BORGES

    Ferhad Mihemed, destnîşan dike ku ji nivîskaran herî zêde tesîra Hesenê Metê û Jorge Luis Borges li ser wî çêbûye û wiha dibêje: ‘'Min di çîroka xwe ya xelat wergirtî de bi teknîka flashbackê nivîsî. Digel vê yekê jî min hewl da ez ji yekê zêdetir bûyeran li bûyara mezin girêbidim. Ez di çîrokên xwe de dixwazim biçim paşerojê, bêrîlêkirinê ji nû ve bijîm. Ez ji nostaljiyê pir hez dikim. Patrick Modiano di romana xwe ya bi navê Bihareke Xerab de welê dibêje ‘Divê li ser vê wextê re herî hindik deh sal derbas bin da ku ez bikarim hê xweştir vê wextê bînim zimên' Yanê ez jî naxwazim tiştên aktuel bînim zimên.''

    Ferhadê Mihemed, di dawiya axaftina xwe de diyar kir hedefa wî ye sereke nivîsandina romanekê ye û ew niha li ser çîrokên xwe yên dê di demeke nêz de çap bibin dixebite.

     

    Bi heman mijarî:

    Xelata Wêje ya Nobelê Bod Dylan bi dest xist
    Agahiyên wêje û weşangeriya bi kurdî di KurdîLitê de kom dibin
    Li Zanîngeha Sineyê pirtûka dîroka wêjeya Kurdî hat weşandin
    WERGER JI WÊJEYA CÎHANÊ - Lê dayê, bê lê da û simbilê me şikênand...
    Rûsyayê xelata wêjeyê da Orhan Pamuk
    Etîketan:
    slogan, xelat, wêje, Ferhadê Mihemed, Bajar Mirzeman, Elixan Loran, Fewzî Bilge, Lorîn Dogan, Îsmaîl Dindar, Şerzan Kurt, Batman
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de