07:48 12 Kanûn 2017
Zindî
    Serokomariya Tirkiyeyê

    Şêwirmendê Serokomar: "Bikaranîna TL û ruble wê sînerjiyekê nû çêbike"

    Serokomariya Tirkiyeyê
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21

    Şêwirmendê Serokê Tirkiyeyê Bulent Gedikli ragihand ku di bazirganiya navbera Tirkiye û Rûsyayê de bikaranîna TL û ruble wê sînerjiyeke nû çêbike.

    Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Bulent Gedikli di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku di bazirganiya navbera Tirkiye û Rûsyayê de bikaranîna TL û ruble wê sînerjiyeke nû çêbike û dê bazirganiya dualî ya herdu welatan hêsan bike.

    WÊ HEVKARIYA EKONOMÎK ZÊDETIR BIBE

    Bulent Gedikli di berdewamiya axaftina xwe de got. "Heke em bi pereyên xwe bazirganiyê bikin, dê bazirganiya navbera herdu welatan leztir û geştir be. Herwiha bazirganiya bi TL û ruble wê sepandina projeyan jî û hevkariya ekonomîk jî bilindtir bike. Di vê babetê de wê hêzeke geş bide ekonomiya Tirkiye û Rûsyayê. Hêvî dikim ji bo peymanên di pêşerojê de ev bingeh çêbibe."

    Gedikli di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ekonomiya Tirkiye û Rûsyayê bi hev re reqabetê nakin, bîlakîs hev temam dikin. Tiştê ji Rûsyayê re pêwiste bi me re heye û tiştê ji me re pêwist bi Rûsyayê re heye, div ê babetê de wê bi bandor be. Ev bazirganiya bi TL û ruble wê di warê enerjî, turîzm, pîşesazî, înşaet û binesaziyê de jî pêvajoyeke bil ez çêbike."

    Bi heman mijarî:

    Matviyenko ji Yildirim re got: "Ji bo başbûna têkiliyan tiştê ji destê me were emê bikin"
    Yildirim ji bo Medvedev: Emê dema windakirî telafi bikin"
    Wezareta Sûriyeyê: Em êrîşa li dijî nexweşxaneya Rûsyayê şermezar dikin
    Kremlînê rojeva hevdîtina Pûtîn û Yildirim aşkere kir
    Lavrov: "Milîtanên ku ji Helebê venekişin dê werin tunekirin"
    Yildirim li Rûsyayê: "Nîvê salonê çûye Antalyayê, em li benda yên mayin in jî"
    Etîketan:
    Başbûna têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê, Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê, Bulent Gedikli, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de