20:11 14 Kanûn 2017
Zindî
    Zilamek li Sûriyeyê radihêje nan

    YPG nan bi belaşî li taxeke Helebê belav dike

    © REUTERS/ Khalil Ashawi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku YPGê taxa Hulikê ya bajarê Helebê kontrol kir, firina wê taxê careke din hat xebitandin û rojane 1200 tûrikên nanî bi belaşî li ser niştîcihên wê taxê tên belavkirin.

    Piştî ku Hêzên Prastina Gel(YPG) taxên Hulik, Bistan El-Başa, Biêdîn, Heydriye, Şêx Xidir û Şêx Faris kontrol kirin, hêdî hêdî jiyan li wan derveran aram dibe.

    Lijneya Pêjiyanê ya Şêxmeqsûdê hevkarî bi lijneya birêveberiya firinan re kir ta ku firina taxa Hulikê careke din bixebitînin ji bo bikarin pêdiviyên mirovî yên niştîcihên wê taxê dabîn bikin, ji ber rêxistinên mirovî nekariye pêdiviyên wan dabîn bikin.

    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, firin saet nehê êvarê dest bi karî dike û heta şeşê sibehê dixebite ta ku piştî wê tûrikên nanî yên her yek ji wan ji 12 nanan pêk tê li ser xelkê taxê belav bikin.

    Hêjayî gotinê ye ku niştîcihên taxên rojhilatî yên Helebê digot ku "komên dijberî nan ji xwe û malbatên xwe re dibirin û nedidan xelkê".

     

    Bi heman mijarî:

    YPG: Êrişên çeteyan yên li ser Efrîn û Helebê didomin
    YPG: Artêşa Tirkiyê di mehekê de 15 caran êrîş kir
    Li gorî MGKê, Efrîn jî di nav de her cihê ku YPG lê be hedefa meşru ye
    YPG: Artêşa tirk bi moşekan êrîşî gundên Minbicê dikin
    Şervan Derwîş ji bo Sputnikê: Piştî YPG vekişiya, Tirkiyê êrîşî Minbicê kir
    YPG: Em ji Minbicê vekişiyan
    Etîketan:
    YPG, Şêx Faris, Şêx Xidir, Biêdîn, Heydriye, Bistan El-Başa, Hulik, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de