02:05 19 Hezîran 2018
Mesûd Barzanî

DBPê sersaxî ji Barzanî re xwest

© AFP 2018 /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Partiya Heremên Demokratîk (DBP) ji ber koça dawî ya Eqlîme Barzanî, xwişka Serokê Herêma Kurdistanê, sersaxî ji Mesûd Barzanî û malbata wî re xwest.

Duh duşemî 3ê Berfanbara 2016ê, Eqlîma Barzanî ya 83 salî xwîşka mezin a Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji ber nexweşiyê li nexweşxaneya Jîn a Hewlêrê koça dawî kir.

DBPê bi peyamekê ragihand ku ew boneya wefatkirina Eqlîma Barzanî, xwîşka Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, sersaxiyê ji malbata Barzanî re dixwazin.

DBPê di peyama xwe ya sersaxiyê de radigihîne: "Birêz Mesûd Barzanî em wek Partiya Heremên Demokratîk ji bona koça dawî ya xwşîka we ya mezin Eqlîma Barzanî hevxemiya xwe pêşkêş dikin, hêvî dikin ku cihê wê biheşt be û giyana wê li wê dinê şad be."

DBPê di peyama xwe ya sersaxiya de diyar dike ku ew di kesayetiya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de ji malbata Barzanî û hemû gelê kurd re sersaxiyê dixwazin.

Bi heman mijarî:

KCDê sersaxî ji Barzanî re xwest
Celal Talabanî sersaxî ji Barzanî re xwest
Xwîşka Serokê Herêma Kurdistanê koça dawî kir
Şimon Peres ji bo koça dawî hat oxirkirin
Etîketan:
DBP, Eqlîme Barzanî, Mesûd Barzanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de