23:50 13 Kanûn 2017
Zindî
    Mithat Sancar

    Sancar: AKP tola hilbijartina 7ê Hezîranê ji Demîrtaş hiltîne

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Parlementerê HDPê yê Mêrdîn Mîthat Sancar ê ku serdana Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaşê ku li Girtîgeha Edîrneyê de girtiye kir, aciziya xwe ya derbarê rewşa li girtîgehê anî ziman û destnîşan kir ku tola hilbijartinên 7ê Hezîranê ji Demîrtaş hiltînin.

    Sancar ê ku 3ê Kanûnê de serdana Demîrtaş kir derbarê rewşa dawî hin daxuyanî da ANFê. Sancar amaje kir ku Demîrtaş li girtîgehê di bin şertên giran de jiyan dike û ew dema serdanê de jî rastî bêhiqûqiyek mezin hatine. Sancar di azaftina xwe de ameje kir û got AKP tola hilbijartinên 7ê Hezîranê ji Demîrtaş hiltîne.

    Sancar derbarê rewşa Demîrtaş de daxuyand ku li gel şertên giran moralê Demîrtaş dîsa jî gelekî li cih e û wiha pê de çû: ‘Qedexeya hevdîtinê li ser parlementerê Hakkariyê yê HDPê Abdullah Zeydan ê ku bi Demîrtaş re li heman girtîgehê ye, heye. Nameyên wî tên sansurkirin û hemû axaftinên wî yên bi parêzerên wî jî tên qeydkirin û guhdarkirin.' Sancar di axaftina xwe de dibêje mafên Demîrtaş têne binpêkirin û ser giliyên derbarê binpêkirina mafan tê kirinjî jî tên girtin.

    LI HEMBER BINPÊKIRINA MAFAN SERÎ LI HAKIMTIYA ÎNFAZÊ HATE DAYÎN

    Sancar daxuyakirin ku li hember kiryarên bêhiqûqî wê îro serî Hakimtiya Înfazê ya Edîrneyê bidin û got Demîrtaşê ku hêj destnedayîna wî didome divê bi darazandina bêgirtin bê darizandin. Sancar diyar dike ku qedexe û astengiyên li ser Demîrtaş dibe sedema binpêkirina mafan ku ew hêj di pozisyona parlementeran de ye. Li gorî Sancar ev kiryarên wiha bi temamî keyfî ne û sîstemeke pratîk heye ku dixwaze parlementerên girtî ji mafên wan mehrum bikin.

    Bi heman mijarî:

    Demîrtaş: "Bila jiyan kêliyek be, lê bi rûmet be"
    Bo Demîrtaş 2 sal cezayê girtîgehê tê xwestin
    Selahattîn Demîrtaş li gel heyeteke HDPê diçe Yûnanîstanê
    Demîrtaş û Barzanî dîsa li hevdu civiya
    Demîrtaş li gel Nêçirvan Barzanî civiya
    Demîrtaş cejna Xadirî Xum a Elewiyan pîroz kir
    Etîketan:
    demîrtaş, serdana girtîgehê, parlementerên hdpê, mîthat sancar, edîrne
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de