08:31 13 Kanûn 2017
Zindî
    DAIŞ

    Nêzî 40 leşkerê tirk di destê DAIŞê de dîl e

    © AFP 2017/ File
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Kordînatorê Weşana rojnameya Birgunê İbrahim Varli di Radyoyê Spûtnîkê de ji Enver Aysevêr re derhekê leşkerên tirk ên dîl ku di destê rêxistina terorîst a DAIŞê de ne axivî.

    Kordînatorê Weşana rojnameya Birgunê İbrahim Varli di Radyoyê Spûtnîkê de ji Enver Aysevêr re derhekê leşkerên tirk ên dîl ku di destê rêxistina terorîst a DAIŞê de ne axivî. Varli got: "Li ser mijarê tarîkirin heye, bi tevahî 3 leşker di destê DAIŞê de ne gotin, lê li gorî çavkaniyên herêmî ev reqem derdora 35 —40 leşkerî ye."

    LI GORÎ ROJNAMEVAN Û NÛÇEGIHANÊ QADÊ REQEMA LEŞKERÊN DÎL ZÊDE YE

    Kordînatorê Weşanê yê rojnameya Birgunê di bernameya ‘Dewama Lîstikê' ya Enver Aysever de got: "Mijara leşkerên dîl hatiye tarîkirin. Bi fermî tu agahî nayên wergirtin. Bi tevahî gotin 3 leşkerên dîl di destê rêxistina terorîst a DAIŞê de ne, lê li gorî çavkaniyên herêmî ev reqem derdera 35-40 leşkerî ye. Ji ber ku me rasterast nediye em nikarin van agahiyan binivîsin. Paşî ê me bi înfîalkirina gel tohmetbar bikin. Herwiha li gorî nûçegihan û rojnamevanên ku li qadê ne jî dibêjin gelek leşkerên dîl ên artêşa Tirkiyeyê di destê DAIŞê de ne. Niha em bi fermî tenê dikarin behsa 3 leşkerên dîl bikin."

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Pêşmerge: DAIŞ bi awayê mufrezeyan tevdigere
    DAIŞ: Em ê êrişî balyozxane û konslxaneyên Tirkiyeyê yên li seranserê cîhanê bikin
    DAIŞ li Mûsilê 'Mohra Sor' dide çekdarên xwe
    DAIŞ ji bêperetî organên milîtanên xwe difiroşe
    'DAIŞ, ji bo endamên xwe bi penaberan re bişîne Ewropayê, perwerde dike'
    Etîketan:
    Leşkerên dîl ên Tirkiye di destê DAIŞê de, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Kordînatorê Weşana rojnameya Birgunê, Enver Aysevêr, İbrahim Varli, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de