05:22 12 Kanûn 2017
Zindî
    Hesen Rûhanî

    Îran hişyarî li Trump kir: Em ê desturê nedin

    © REUTERS/ LUCAS JACKSON
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, destnîşan kir ku wê desturê nedin ku Serokê Amerîkayê Donal Trump zerarê bide peymana nukleer.

    Ruhanî beşdarî bernameyek Zanîngeha Tehranê bû û li wê derê derheqê rojevê de hin daxuyanî da gel. Rûhanî di axaftina xwe de xwest ku endîşeya gel ya derbarê têsira Trump ya li ser peymana nukleer ya ku sala borî di navbera Îran û welatên P5+1ê hatibû îmzekirin kêm bike.

    ‘MA BI WE EM Û GELÊ ME EM Ê DESTURA VÊ YEKÊ BIDIN?'

    Rûhanî di axaftina xwe de wiha got: ‘Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) zilamek hate hilbijartin. Belê dibe ku ew gelek tiştan daxwaz bike. Dikare bixwaze ku zerarê bide peymana nukleer jî. Lê ma bi we em û gelê me em ê destura vê yekê bidin wî?' Rûhanî diyar ku û got wê daxwazên Trump zerarê nede vîna Îranê.

    TRUMP SOZA JINÛVE GOTÛBÊJKIRINA PEYMANA NUKLEER DABÛ HILBIJÊRAN

    Trumpê komarparêz, di dema kampanyaya hilbijartinê de peymana nukleer  wekî ‘bobelat' bi nav kiribû û soza jinûve gotûbêjkirina peymanê dabû hilbijêran.

    Hêjayî gotinêye ku li gorî peymana nukleer ya di navbera Îran û DYA, Brîtanya, Rûsya, Fransa, Çîn Almanya û Yekîtiya Ewrûpayê hate îmzekirin, li hember kêmkirina çalakiyên nukleer wê welatên navborî jî mueyîdeyên aborî yên li ser Îranê sivik bikin.

    Bi heman mijarî:

    Pergala tekoşîna elektronîk a rûsî ji bo Îranê
    4 Kurdên Îranê beşdarî Pêşbirka Karate ya Cîhanê dibin
    Îranê bersiv da bangewaziya Erdogan
    Pisporê Rûsî: Di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de peymaneke veşarî heye
    Schultz: Obama yasaya maytekirinên 10 salan bo Îranê îmze dike
    Îranê kolberek bi giranî birîndar kir
    Etîketan:
    hevkarî, mueyîdeyên aborî yên li ser îranê, peymana nukleer, hesen rûhanî, îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de