15:08 12 Kanûn 2017
Zindî
    HDP

    Şandeyek navneteweyî wê serdana Demîrtaş û Yuksekdag bike

    © Foto: HDP Navend
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şandeyek navneteweyî wê serdana Hevserokên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên li girtîgehê bikin da ku rewşa wan ya dawî hîn bibin.

    Serdanên şandeyên navneteweyî yên bo hevserokên HDPê ên ku li girtîgehên Kandira û Edîrneyê didomin. Şandeyek ku ji serokên partiyên Partiya Hevgirtina Sor-Keskan, Partiya Çep ya Swêdê, Partiya Sosyalîst a Çep ya Swêdê û Partiya Hevgirtina Çep ya Fînlandayê pêk tên wê di 7 û 8ê Kanûnê de serdana Demîrtaş û Yuksekdag bike.

    Buroya çapemeniya HDPê derbarê serdana şandeyê de daxuyaniyek nivîskî belav kir ku tê de hûrgiliyên serdanê eşkere dike.

    Di daxuyaniyê de tê gotin ku şandeya Partiya Çep ya Swêdê wê di 7ê Kanûnê roja Çarşemê saet 14:00an de serdana Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag ya li Girtîgeha Kandirayê bikin.

    Herwiha tê amajekirin ku şandeya ku ji serokên partiyên Partiya Hevgirtina Sor-Keskan, Partiya Sosyalîst a Çep ya Swêdê û Partiya Hevgirtina Çep ya Fînlandayê pêk tê jî di 8ê Kanûnê roja Pencşêmê saet 10:30an de jî wê serdana Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîneyê ye bikin.

    Hûrgiliyên hevdîtinan piştî serdanê bi beşdarbûna nûnerên HDPyî wê li ber girtîgehan bê eşkerekirin.

    Bi heman mijarî:

    Hevserokê HDPê yê Sêrtê: Kesekî qeyûmtiyê qebûl nekir
    HDPê li ser medyaya civakî dê ji rewşa awarte re bibêje: Na
    Ji bo parlamenterên HDPê Geverî û Botan biryara 'anîna bi darê zorê' hat dayîn
    Bilgen: Parlamenterên HDPê gelo wê serbest bên berdan?
    Polîsan nehîşt cîgira hevserokên HDPê beşdarî civîna li Parlamentoyê bibe
    Serokwezîr Barzanî: Em bi Tirkiyê re li ser HDPê axivîn
    Etîketan:
    partiyên çep yên ewrûpî, hevserok, serdan, girtîgeh, fîgen yuksekdag, Selahatîn Demîrtaş
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de