22:51 12 Kanûn 2017
Zindî
    Babek Zencanî

    Ji serdozgerê îranî daxuyaniya Babek Zencanî

    © AFP 2017/ MEGHDAD MADADI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Karsazê navdar Babek Zencanî ku li Îranê ji ber sûcê gendaliyê cezayê îdamê xwaribû û ev cezayê wî ji terefê dadgeha bilind ve jî hatibû pejirandin. Li gorî daxuyaniya serdozger, heke Zencanî ev pereyên ku derbasî zimeta xwe kirine bide dê cezayê wî were kêmkirin.

    Li gorî nûçeya ajansa Tasnîmê, Serdozgerê Tehranê Abbas Caferî Devletabadî di daxuyaniya xwe de ragihandiye ku ji bo Babek Zencaniyê hê jî rêyên xelasiyê neqedaiyane.

    Abbas Caferî Dewletabadî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di darezandina Zencanî de armanca yekemîn mal û pereyên ku xistine zimeta îade bike ye. Zencanî bikaribe vê zirara ku daye dewletê telafî bike û pereyên ku xistine zimeta xwe îade bike dikare ji qanûna ‘merhameta Îslamî' îstîfade bike."

    Babek Zencanî, li Îranê bi tohmeta ku di ewraqan de sextekarî û ji gendeliyê ku 2.8 milyar dolar pere xistiye zimeta xwe di 3ê Berfenbarê de bi 2 şirîkê xwe re hatibû girtin û piştî darezandinê cezayê îdamê standibû. Roja şemiya borî jî Dadgeha Bilind a Îranê cezayê îdamê yê Zencanî pejirandibû.

    Bi heman mijarî:

    Cezayê darvekirinê yê Zencanî hate pesendkirin
    Zencanî bertîl daye 3 wezîrên Tirkiyeyê
    Dewleta Îranê li Babek Zencanî cezaya îdamê birî
    Pergala tekoşîna elektronîk a rûsî ji bo Îranê
    4 Kurdên Îranê beşdarî Pêşbirka Karate ya Cîhanê dibin
    Etîketan:
    Dadgeha Bilind a Îranê, Karsazê navdar ê Îranî, Abbas Caferî Devletabadî, Babek Zencanî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de