20:01 11 Kanûn 2017
Zindî
    Bab El Hedîd, Heleb, Sûriye, jin û zarokek di nav xaniYên wêrankirî de dimeşe

    ‘Ji bo 4 zarokên xwe keça xwe bi tûrekî nan da'

    © REUTERS/ Abdalrhman Ismail
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Jineke ji taxên rojhilatê Helebê dibêje, zilamekî ji taxa Bustanpaşayê keça xwe bi torbeyek nan daye çekdarên Koalisyona Niştimanî ya Sûriyê.

    Piştî operasyona artêşa Sûriyê ya li taxên rojhilatê Helebê û kontrolkirina van deveran, gelek sivîl ji taxê ber bi herêmên di bin kontrola YPGê ve çûn. YPGê li van deveran ev kes bi cî kirin û bangewaziya alîkirayê ji civaka navdewletî ji bo van kesan kir.

    Kesên ku ji van taxan rizgar bûne behsa kiryarên çekdarên Koalisyona Niştimanî ya Sûriyê dikin. Li gorî nûçeya ANHAyê yek ji van, jineke ku nexwestiye navê xwe bide. Jina ji taxa Bustanpaşa ya rojhilatê helebê diyar dike ku wan gelek zehmetî ji destê komên çekdar ên Koalisyona Niştimanî kişandine û wiha got: "Gelê Sûriyê gelek zehmetî ji destê çeteyan kişand. Di taxa me de çeteyên koalisyonê carekê tûreke nan dan kesekî. Beranberî wî tûrê nan, keça wî jê standin. Ji bo 4 zarokên xwe bi nan bike, keça xwe da çeteyan. Ev yek ji kiryarên çeteyan e."

    Jinik herwiha destnîşan dike ku gelek madeyên jiyanî ji hêla van koman ve hatibûn depokirin û nedidan welatiyan: "Ev tiştekî weke xeyale ku paketek cixare bi 150 hezar lîreyê Sûriyê bê firotin, 1 kg şekir bi 11 hezar lîreyê Sûriyê û lîtreyek mazot bi 150 hezar lîreyan difirotin welatiyan."

    Bi heman mijarî:

    Pêşniyara NY ya agirbesta Helebê hat veto kirin
    Rûsya: Hemşîreya rûs a li Helebê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da
    YPG: Êrişên çeteyan yên li ser Efrîn û Helebê didomin
    Peyamnêrê RTyê li Helebê di êrîşeke li dijî nexweşxaneya Rûsî de birîndar bû
    ‘Di encama bombebarana milîtanan a li ser nexweşxaneya rûs a li Helebê de doktorek mir’
    Etîketan:
    tûrek nan, cixare, keç, Artêşa Sûriye, Koalisyona Niştimanî ya Sûriyê, ANHA, YPG, Sûriye, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de