12:55 17 Kanûn 2017
Zindî
    Binali Yıldırım

    Yildirim li Rûsyayê: "Nîvê salonê çûye Antalyayê, em li benda yên mayin in jî"

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Tirkiyeye Binali Yildirim li Rûsyayê li salona Enstîtuya Dîplomasî ya Devletê li Moskovayê diaxive. Yildirim got: "Nîvê salonê çûye Antalyayê em li benda yên mayin in jî ku werin."

    Serokwezîrê Tirkiyeye Binali Yildirim li Rûsyayê li salona Enstîtuya Dîplomasî ya Devletê li Moskovayê diaxive. Yildirim got: "Maşellah nîvê salonê çûye Antalyayê, em li benda yên mayin in jî ku werin."

    Serokwezîrê Tirkiyeye Binali Yildirim li Rûsyayê li salona Enstîtuya Dîplomasî ya Devletê li Moskovayê de got: "Têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê di heman demê de hêrêma me jî ji nêz ve eleqedar dike. Ji hêla dîrokî ve ev herêmeke pir bi hereket e ku şaristanî lê civiyane."

    Binali Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li gorî ceribandina me ya dîrokî li pişt planê em dikarin pêşeroja xwe bi hev re ava bikin. Di salên dawî de di têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê de guherînên mezin çêbûn. Her gava ku me avêt ji bo beşa din bû motorize û hevkarî her çû bi pêş ket."

    ​Yildirim di dirêjiya axaftina xwe de got: "Salek berê bûyereke bêtalîhî qewimî û di encamê de têkiliyên herdu welatan di ezmûnekê de derbas bûn. Piştî meha tebaxê hêdî hêdî têkiliyên me ber bi normalîzebûnê diçin. Li gorî nêrîna min piştî sekna salekê me ew têkiliyên xwe li paş hiştin."

    Hefteya borî Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov serdana navçeya Alanyaya Antalyayê kiribû û bi hemkarê xwe yê tirk Mevlut Çavuşoglu re hevdîtinek pêk anî bû.

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: Behsa hûrgiliyên sîstema serokatiyê kir
    Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim li Moskowê ye
    Yildirim û Bahçelî li Parlamentoyê hevdîtineke surprîz pêk tînin
    Kremlin: Pûtîn sibe dê pêşwaziya Yildirim bike
    Yildirim: Hevdîtinên destûra bingehîn yên bi MHPê re gelekî baş diçin
    Etîketan:
    salona Enstîtuya Dîplomasî ya Devletê li Moskovayê, Serdana Yildirim a Rûsyayê, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de