20:10 14 Kanûn 2017
Zindî
    Baregeha Încîrlîkê

    Dunford û Akar li Baregeha Încîrlîkê hevdîtineke suprîz pêk anîn

    © AFP 2017/ Tarık Tınazay
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî zanyariyên berdest, Sererkanê Giştî yê Tirkiyeyê Hulusi Akar û hemkarê wî yê amerîkî Joseph Dunford li Baregeha Încîrlîkê hevdîtineke suprîz pêk anîn.

    Li gorî zanyariyên berdest, Sererkanê Giştî yê Tirkiyeyê Hulusi Akar û hemkarê wî yê amerîkî Joseph Dunford li Baregeha Încîrlîkê hevdîtineke suprîz pêk anîn.

    Li gorî daxuyaniya Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) Hulusi Akar ji bo lekolîn û venêrînê çûbû Baregeha Încîrlîkê ya Edeneyê û li wir bi Dunford re jî hevdîtinek pêk anî.

    TSKê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku Joseph Dunford ji bo ku Noela karmendên amerîkî yên li Încîrlîkê pîroz bike çûye baregehê.

    Herwiha Hulusi Akar jî bi Fermandarê Hêza Bejayî Salih Zeki Çolak re ji bo lekolÎn û venêrînan çûbû bajarê Edeneyê.

    Wekî din Dunford di 6ê Mijdarê de jî bi serdaneke suprîz çûbû Enqereyê. Piştî serdanê Hêza Sûriyeya Demokratîk ji bo rizgarkirina bajarê Reqqaya Sûriyeyê dest bi operasyonê kiribû.

     

    Bi heman mijarî:

    Gersimov û Akar mijara Mûsil û Helebê axivîn
    Sererkanê Tirkiyeyê Hulusi Akar li Rûsyayê ye
    Sererkanê Giştî yê Tirkiyeyê Akar çû Amerîkayê
    Akar: "Çavê Komara Tirkiyeyê ne di axa tu welatî de ye"
    Ji Hûlûsî Akar daxuyaniya Cerablûsê
    Etîketan:
    Seerkanê Giştî yê Amerîkayê, Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK), Sererkanê Giştî yê Tirkiyeyê, Joseph Dunford, Hulusi Akar, Edene, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de