15:03 12 Kanûn 2017
Zindî
    Fikri Işik

    Işik: "Balafira ku leşkerên tirk kuştin aîdî Şamê ye"

    © REUTERS/ Tumay Berkin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê Fikri Işik ragihand balafira ku li herêma El Babê êrişî leşkerên tirk kirin û 4 jê kuştin em dizanin aîdî Şamê ye, lê niha em NHBê vedikolînin.

    Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê Fikri Işik ragihand balafira ku li herêma El Babê êrişî leşkerên tirk kirin û 4 jê kuştin em dizanin aîdî Şamê ye, lê niha em Navgîna Hewayî ya Bêmirov (NHB) vedikolînin bê aîdî kî ye.

    Li gorî nûçeya Muharrem Sarikaya yê Habeturkê di nûçeya xwe de got: "Duhî li parlamentoyê dema hevdîtinên bûdçeyê dimeşiyan di kulîsê de pêşî min bi Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu û paşî Wezîrê Parastinê Fikri Işik re li ser mijarê min xeberda.

    NHB A KÎ YE?

    Dema ku em hetanî îro li tiştê ku hatiye nivîsan din û gotin temaşe bikin, herkes behsa balafireke ku leşkerên tirk bombebaran kirine û carinan jî behsa NHBeyekê dikin, lewra Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî di hevdîtina xwe ya Çavuşoglu de gotibû: "NHBeyên Şamê tunene"

    Nivîskarê Haberturkê Sarikaya di berdewamiya gotara xwe de got: "Wezîrê Parastinê Işik di sohbeta me ya duhî de ev mijar zelal kir û ragihand ku ‘em dizanin balafir aîdî rejima Sûriyeyê ye, lê NHBeyeke ku li wir bû niha em dikolînin bê aîdî kî ye.'Min jê re got axaftina xwe hinekî veke û gelo gumana we ji Îranê heye an na? Işik di bersiva xwe de got ‘balafir di kontrola Şamê de rabûye, di wê mijarê de em bi bawer in, lê em nizanin NHB di kontrola kî de rabûye.' Wezîr Işik rasterast tu kes tohmetbar nekir."

    Bi heman mijarî:

    Işik: "Em hewl didin ku bi Rûsya û Amerîkayê re bi kordîne tevbigerin"
    Işik: "Tirkiye dikare alternatîfa YPGê ava bike"
    Işik: ‘Amerîka dixwaze bi Tirkiyeyê re operasyona Reqqayê pêk bîne'
    Işik: Hêzên me yên hewayî wê beşdarî operasyona Mûsilê bibin
    Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Işik li ser sînor e
    Etîketan:
    Êrişa leşkerên tirk a El Babê, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê, Fikri Işik, Mevlut Çavuşoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de